Li Xezeyê îro di êrîşên Îsralê de 35 kes hatin kuştin

Îro jî di êrîşên artêşa Îsraîlê de, li Xezeyê 35 kes hatin kuştin. Ji ber van êrîşan û gefên dawî ji bo valakirina bajêr, ev 3 roj in li Xezeyê tevgereke koçberiyê heye. Ji aliyê xwe ve jî, Berdevkê leşkerî yê Îsraîlê Avichay Adraee îro bang li niştecihên bajarê Xezeyê kir ku tavilê ji bajêr derkevin. Serokwezîrê Îsraîlê Benyamîn Netanyahu jî, duh êvarê peymanek ku wê erdê Filistînê parçe bike, îmze kir.

NAVENDA NÛÇEYAN
reset font size increase font size

Artêşa Îaraîlê hewildanên xwe yên dagirkirina tevahiya Xezeyê berdewam dike, îro jî di êrîşên Îsralê de, 35 kes hatin kuştin.

Di heman demê de, Ofîsa Neteweyên Yekbûyî ya ji bo Hevrêzkirina Kar û barên Mirovî (OCHA) ragihand ku ji Cotmeha 2023'an û vir ve 540 xebatkarên mirovî li Xezeyê hatine kuştin.

 

Ev 3 roj in li Xezeyê tevgereke mezin a koçberiyê heye

  

Piştî gefên Îsraîlê yên ji bo dagirkirin û desteserkirina tevahiya bajêr, di nav bombebarana dijwar a ku bi rojan e li Xezeyê didome, kolan tijî girseyên mirovên koçber ên ji bajêr bûn.

Tevî ragihandina Îsraîlê ya hebûna kampên mirovî yên ewle li herêma El Mawasî li başûrê Xezeyê, ji ber nebûna cihên ewle ji bo stargeha wan, ev 3 roj in di nav tirs û fikarên sivîlan de, bajarê Xezeyê tevgereke mezin a koçberiyê dibîne.

 

Artêşa Îsraîlê bang li niştecihên Xezeyê dike ku ji bajêr derkevin

Ji aliyê xwe ve jî, Berdevkê leşkerî yê Îsraîlê Avichay Adraee îro bang li niştecihên bajarê Xezeyê kir ku tavilê ji bajêr derkevin, ji ber ku artêş wê li wir operasyonan bike.

Avichay Adraee li ser platforma X lîsteyek ji 14 deverên ku ji hêla artêşa Îsraîlê ve hatine amadekirin û tê de niştecihên bajarê Xezeyê dikarin bicih bibin, weşand.

Artêşê hişyarî da şêniyên bajarê Xezeyê ku mayîna li herêmê pir xeternak e.

 

Netanyahu: Tu carî dewleteke Filistînî çênabe

 

Serokwezîrê Îsraîlê Benyamîn Netanyahu jî, duh êvarê peymanek ku wê erdê Filistînê parçe bike, îmze kir.

Her wiha Netanyahu di serdana wargeha Ma'ale Adumim a Şerîaya Rojava de got ku tu carî dewleteke Filistînî çênabe û wê cih, mîrate, ax û ewlehiya xwe biparêzin.

Tevî banga Îsraîlê ji niştecihan re ku ber bi başûrê Xezeyê ve biçin jî, Rêxistina Tenduristiyê ya Cîhanê amadebûna xwe ya mayîna li bajarê Xezeyê ragihand.

Rêxistinê di daxuyaniyekê de li ser platforma xwe ya X got: "Ji bo gelê Xezeyê, WHO û hevkarên wê li bajarê Xezeyê dimînin."

 

 

 

Nûçeyên têkildar

DERBARÊ ME DE

test footer content

PEYWENDÎ

MEDÎA CIVAKÎ

© 2025 – Nuce 24