Li Qamişlo pêvajoya destûrî û hilbijartinên Sûriyê hatin nîqaşkirin

Li Qamişlo civînek diyalogê, bi serenavê "Sûriya nû û parastina pirrengiyê" hat lidarxistin. Di civînê de, pêvajoya destûrî, hilbijartinên parlementoyê yên Sûriyê hatin nîqaşkirin û hate gotin ku ev hilbijartin derveyî îradeya gelê Sûriyê û herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê ye.

NAVENDA NÛÇEYAN
reset font size increase font size

Duh li navenda Hevgirtina Rewşenbîrên Rojavayê Kurdistanê (HRRK) ya bajarê Qamişlo derbarê pêşeroja Sûriyê de civîna diyalogê bi serenavê "Sûriya nû û parastina pirrengiyê" hat lidarxistin.

Kesayetên siyasî, rewşenbîrî, wêjeyî û rojnamevan beşdarî civînê bibûn.

 

"Danezana destûrî tu carî pirrengiya li Sûriyê nahewîne"

 

Destpêkê berpirsê Rêxistina Demokratîk a Asûrî Gabrîel Moşî eşkere kir ku pêvajoya demkî ya Sûriyê ji ber paşguhkirina hêzên siyasî û pêkhateyên Sûriyê têk çûye û got: "Danezana destûrî tu carî pirrengiya li Sûriyê nahewîne."

Moşî daxwaz kir ku qanûn werin rastkirin û danûstandin bi pêkhateyên Sûriyê re were kirin da ku danezana destûrî jî, were rastkirin û hikumeteke giştî were avakirin."

 

''Paşguhkirina pêkhateyên Sûriyê xaleke ne erênî ye''

 

Endamê Desteya Serokatiya ENKS'ê Silêman Oso jî diyar kir ku dûrxistin û paşguhkirina partiyên siyasî û pêkhateyên Sûriyê xaleke ne erênî ye û got: "Ev yek di komkujiyên perava Sûriyê û Siwêdayê de xuya dibe."

Oso diyar kir ku hilbijartinên ku Hikumeta Veguhêz dike pêk bîne, di rastiyê de erkdarkirine û got: 

"Konferansa Yekrêzî û Yekhelwesta Kurdî ya 26'ê Nîsanê destkeftiyeke neteweyî ji bo gelê Kurd e. Ev yekîtî ne li dijî tu dewletên derdora me ne û ne li dijî tu pêkhateyên Sûriyê ne. Em teqeziyê bi Sûriya bedew a xwedî mûzaîk û çareserkirina pirsgirêka Kurd didin."

 

''Hilbijartin parlementoyê derveyî îradeya gelê Sûriyê ye''

 

Hevseroka Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD) û hevseroka şandeya Kurdî ya danûstandinên bi Şamê re Perwîn Yûsif got ku ev hilbijartin derveyî îradeya gelê Sûriyê û herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê ye û got: "Herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê beşeke Sûriyê ne."

Piştre beşdaran teqezî bi girîngiya parastina pirrengiya herêmê da û dan zanîn ku Hikumeta Veguhêz roleke mezin daye komên çekdar ên ku li Efrîn, Girê Spî û Serêkaniyê sûc pêk anîne û ev jî şaşî ye.

Beşdaran dan xuyakirin ku ne tenê Bakur û Rojhilatê Sûriyê, lê belê tevahiya gelê Sûriyê (durzi, elewî û pêkhateyên din) jî hatine paşguhkirin.

Nûçeyên têkildar

DERBARÊ ME DE

test footer content

PEYWENDÎ

MEDÎA CIVAKÎ

© 2025 – Nuce 24