Rayderekî Îsraîlî diyar kir ku di dawiya meha borî de, wan operasyoneke daketinê li ser cihekî leşkerî li gundewarê Şamê pêk anîne û hêzên Îsraîlî cîhazên Tirkiyê yên ku vê dawiyê li herêmê ji bo sîxuriya li ser Îsraîlê çandibûn, ji hev xistine.
Heman çavkaniyê diyar kir ku ew nûçeyên ku dibêjin Îsraîlê êrîşî alavên leşkerî yên Tirkiyê yên li Sûriyê kirine, ne rast in û di warê kesan an alavên Tirkiyê de, li bakurê Sûriyê ti guhertin çênebûye.
Ji dema hilweşîna rejîma Serokê berê Beşar Esed ve, Enqerê piştgirî da hikûmeta nû ya li Şamê û li Enqerê mazûvaniya Serokkomarê Sûriyeyê Ehmed Şera, Wezîrê Derve Esed Şeybanî û Wezîrê Parastinê Murhef Ebû Qesra kir.