Navenda Çavdêriya Mafê Mirovan a Sûriyeyê SOHR`ê ragihand ku di 13`ê tebaxê de, li Hums, Hema, Heleb û Derayê 8 sivîl di nav de zarokek û jineke nûhatî bi şêwazên cuda hatine kuştin.
Di heman reportê de, SOHRê kuştina 28 welatiyên sivîl li Siweydayê belge kiriye ku 12 jin di nav de hene, ew jî di dema derbasbûna komên çekdar ên Hikûmeta Veguhêz a Sûriyeyê ya nav bajarê Siweydayê di 15`ê tîrmeha derbasbûyî de, hatibûn kuştin.