Ev daxuyanî piştî civîneke bi rêya internetê bi rêberên Ewropî û Serokê Ûkraynayê Volodîmîr Zelenskî re pêk hat.
Tirsa Kîev ew ê ku di civînê de erdên Ûkraynayê ji Rûsyayê re bên dayîn.
Trump bi armanca bidawîanîna şer li Ûkraynayê ragihand ku, ew daxwaz dike ku piştî civînê, bi Putin û Zelenskî re civîneke sêalî pêk bîne. Lê ger bersivek erênî negire ew ê civîna sêalî betal bike.
Di demeke ku tê plan kirin roja înê civîn di navbera Putin û trump de bê lidarxistin. Putin hewl dide serweriya xwe li ser axên ku di demên dawî de kontrol kirine pêk bîne.
Kîev û Rêberên Ewropî ji bo berjewendiyên axa Ewropayê bê parastin, peywendiyeke telefonî bi Trump re pêk anîn.