Rûsya: Me li Ûkraynayê navendên daneyan, binesaziya enerjiyê û bendergeh kirine armanc

Wezareta Parastinê ya Rûsyayê eşkere kir ku di êrîşên şeva borî de navendên lojîstîk û ragihandinê, binesaziya bendergehan û keştiyên barhilgir ên ku ji bo artêşa Ûkraynayê dixebitîn, bi tundî hatine lêxistin.

NAVENDA NÛÇEYAN
reset font size increase font size

Şerê navbera Rûsya û Ûkraynayê bi êrîşên dijwar ên li ser binesaziyên stratejîk berdewam dike. Wezareta Parastinê ya Rûsyayê ragihand ku hêzên wan di êrîşên şeva borî de derbên giran li navendên daneyan, binesaziya enerjiyê û navendên lojîstîk ên artêşa Ûkraynayê dane.

Li gorî daxuyaniya fermî ya wezaretê, zirarên herî mezin li paytext Kîev û bajarê bendergehî Odessa ketine. Li paytext Kîevê navenda birêvebirina daneyan a pargîdaniya "Ûkrtelecom" ku xizmeta înternet û peywendiyê dide artêşê, ligel navenda daneyan a pargîdaniya "Dream Line" ku zanyariyên îstîxbaratî tê de dihatin parastin, hatin rûxandin. Her wiha binesaziya sotemeniyê ya artêşê û balafirgeha leşkerî ya Vasilkov hatin lêxistin.

Li herêma Odessayê navendeke lojîstîk a pargîdaniya "Nova Poshta" ku barên leşkerî tê de dihatin hilanîn, hate armancgirtin. Li bendergeha Chernomorskê jî keştiyeke barhilgir a hişk ku alavên leşkerî veduhast, hate rûxandin.

Li bendergeha Îsmailê binesaziya kargeha mezin a çêkirin û nûjenkirina keştiyan "Dunaisudnoservis" ku keştiyên cerdevaniyê yên Ûkraynayê tamîr dikirin, ligel nuqteyeke artêşa sînorî ya Ûkraynayê hatin lêxistin.

Ji aliyê din ve, Rûsyayê da zanîn ku wan di deryayê de jî rê li ber keştiyeke din a barhilgir ku alavên leşkerî ber bi bendergeha Odessayê ve veduhast, girtin.

Çavkaniyên Ûkraynayê ragihandin ku ji ber van êrîşan sîrenên hişyariyê li Kîevê nêzî 13 saetan bê rawestan lê dane.

Nûçeyên têkildar

Hevkarên Me

DERBARÊ ME DE

TV

  • Frequency: 12687 H 27500 (Nilesat)
  • Frequency: 11296 H 27500 (Hotbird)

MEDÎA CIVAKÎ

© 2026 – NÛÇE TV Hemû maf parastî ne. Nûçe Rastî ye