Alexander Drozdenko, parêzgarê herêma Lenîngradê ya Rûsyayê, roja pêncşemê got ku herêmeke pîşesaziyê ya li navçeya Kirishi ji ber êrîşên bi dronan zirar lê çêbûye.
Alexander Drozdenko, zêde kir ku 20 dron hatine xistin.
Her wiha Drozdenko, da zanîn ku li gorî raporên destpêkê, di encama êrîşan de ti kes birîndar nebûye.