Serokwezîrê Îsraîlê Benyamîn Netanyahû duh tekez kir ku plana ji aliyê Konseya Ewlekariyê ve ji bo kontrolkirina bajarê Xezeyê ku hatiye pejirandin, rêya herî baş ji bo bidawîkirina şerê Xezeyê ye.
Netanyahû: Cihû wê şerê li Xezeyê heta ku bi ser bikeve bidomîne
Serokwezîrê Îsraîlê piştrast kir ku dewleta Cihû wê şerê li Xezeyê heta ku bi ser bikeve bidomîne.
Her wiha piştî rexneyên li ser plana wî ya ji bo kontrolkirina bajarê Xezeyê Netanyahû diyar kir ku ew amade ye ku bêyî piştgiriya tu aliyekî jî, şer bike.
Netanyahû armancên sereke yên plana ragihandî destnîşan kir ku ya yekem, bêçekkirina Hamasê, berdana hemû dîlgirtiyan, bêçekkirina Xezeyê, avakirina kontrola ewlehiyê ya Îsraîlê û avakirina rêveberiyeke sivîl a aştiyane û ne Îsraîlî."
Netanyahû lê zêde kir ku em ê korîdorên ewle ji bo derbasbûn û belavkirina alîkariyê li Xezeyê ava bikin bi rêya xalên belavkirinê yên Weqfa Mirovî ya Xezeyê, ku ji hêla Îsraîl û Dewletên Yekbûyî ve tê piştgirî kirin.
Awistralya: Em ê di îlonê de dewleta Filistînê nasbikin
Ji aliyê xwe ve jî Serokwezîrê Awistralyayê Anthony Albanese îro got ku Awistralya wê di meha îlonê de li Civata Giştî ya Neteweyên Yekbûyî dewleta Filistînê nas bike û got:
``Rewşa li Xezeyê ji tirsên herî xirab ên cîhanê derbas bûye."
Zelanda Nû li ser naskirina dewleta Filistînê difikire
Wezîrê Derve yê Zelanda Nû Winston Peters jî destnîşan kir ku Zelanda Nû li ser naskirina dewleta Filistînê difikire.