Li Washingtonê paytexta Amerîkayê, hejmareke zêde ya welatiyan û şêniyên eyaletên cuda, ji bo nerazîbûna li hemberî biryarên Serokê Amerîkayê Donald Trump, daketin kolanan.
Xelkên Amêrikayê li nêzîkî Koşka Spî kom bûn û wekî nîşaneke lêgerîna edaletê, ber bi avahiya Dadgeha Bilind a Amerîkayê ve meşiyan.
"Divê Donald Trump biçe"
Xwepêşandanan di bi dirûşma "Divê Trump biçe", Donald Trump wekî "faşîst" bi nav kir û xwest ku dest ji erkê xwe berde.
Xwepêşandanan wiha gotin:
"Trump li şona ku girîngiyê bide welatiyên vî welatî, zêdetir girîngiyê dide dijminên me."
"Destwerdan û êrîşên ku li ser civakê tên divê em dawî lê bînin"
Xwepêşandan anîn ziman ku ku pêwîst e her kes li dijî faşîzmê dakevin kolanan û wiha gotin:
Divê em dawî li vê rejîmê bînin, ji ber ku destwerdanê di her tiştê civaka me de dike û êrişî xelkê bêguneh dike."
"Karmendan 40 roj in mûçeyên xwe negirtine"
Her wiha Xwepêşandanan diyar kirin ku Hikûmeta Amerîkayê nêzîkî 40 roj in girtî ye û wekî dema herî dirêj a girtina hikûmetê ya di dîroka Amerîkayê nirxandin û wiha lê zêde kirin:
" Ev 40 roj in ku karmendan mûçeya xwe wernegirtiye. ema em bi hev re bin, em bihêz in.
Hêz di yekîtiya me de ye û kes di rûbirûbûna van zehmetiyan de ne bi tenê ye."
Hêzeke ewlehiyê ya taybet ji bo parastina xwepêşandanan hatiye belavkirin û beşek ji kolanan hatiye girtin.
Ev nerazîbûna xelkên Amêrîkayê piştî hilbijartinên şaredarî û parêzgariyê yên li hinek eyaletan ku berbijêrên Demokratan serkeftineke mezin bi dest xistibûn e.