Îsraîlê fermana rûxandina tevahî tunelên Hemasê da

Wezîrê parastinê yê Îsraîlê Îsraîl Katz, îro ragihand ku wî ferman daye artêşê ku tevahî tunelên Hemasê yên li Xezeyê îmha bikin. Her wiha piştî 2 sal ji şerê li Şerîda Xezeyê, hat eşkerekirin ku artêşa Îsraîlê dest bi kêmkirina hejmara leşkerên xwe yên yedek li Xezeyê û deverên din kiriye.

NAVENDA NÛÇEYAN
reset font size increase font size

Hikûmeta Îsraîlê ferman da artêşa xwe ku tevahî tunelên Hemasê yên li Xezeyê birûxîne.

Katz:Eger tunel tune nebin, Hemas jî tune nabe

Wezîrê parastinê yê Îsraîlê Îsraîl Katz îro li ser hesabê xwe yê X´ê ragihand ku wî ferman daye artêşê ku tevahî tunelên Hemasê yên li Xezeyê îmha bikin û got:

"Eger tunel tune nebin, Hemas jî tune nabe."

Îsraîl Katz meha borî gotibû operasyona "bêçekkirina Xezeyê" ne tenê bi bêçekkirina komên çekdar ve sînordar e, di heman demê de wêrankirina tevahî tora tunelên Hemasê digire nava xwe.

Artêşa Îsraîlê di Cotmeha borî de gotibû, hîn jî endamên Hemasê li aliyê rojhilatê Xeta Zer xwe di tunelan de veşartine.

Ev helwest piştî eşkerekirina Wittkopf hat ku Washington zextê li Îsraîlê dike da ku li hember radestkirina çekên Hemasê, rêyeke ewle ji bo 100 heta 200 endamên Hamasê yên ku niha di tunelan de asê mane, peyda bike.

Li gorî texmînên Îsraîlî hejmara endamên Hamasê yên di tunelan de asê mane di navbera 200 heta 300´î de ye. Lê li gorî agahiyên Hamasê hejmara endamên wan ku di tunelan de dimînin digihêje 100 kesî.

Îsraîl hejmara hêzên yedek li Xezeyê kêm dike

Li aliyekî din jî, karbidestekî leşkerî yê Îsraîlê rave kir ku  ji duh ve Îsraîlê hejmara leşkerên yedek ên ku li gelek eniyan, di nav de Şerîaya Rojava û bakurê Îsraîlê, hatine bicihkirin kêm kiriye.

Her wiha karbidestê Îsraîlî got ku ev biryar, da ku barê leşkerên westiyayî bi taybet yên ku ji destpêka şer li wê derê ne.

Di heman demê de, tekez kir ku ev leşker dikarin li gorî pêdiviyên operasyonel û pêşketinên meydanî di her kêliyê de werin gazîkirin.

Piştî êrîşa 7´ê Cotmeha 2023´an Îsraîlê zêdetirî 300 hezar leşkerên yedek gazî kiribû.

Nûçeyên têkildar

Hevkarên Me

DERBARÊ ME DE

TV

  • Frequency: 12687 H 27500 (Nilesat)
  • Frequency: 11296 H 27500 (Hotbird)

MEDÎA CIVAKÎ

© 2026 – NÛÇE TV Hemû maf parastî ne. Nûçe Rastî ye