Şêwirmendê Erdogan: Gotina 'Divê neçin serdana Îmraliyê' têkçûna pêvajoyê ye

Şêwirmendê Serokkomarê Tirkiyê ragihand ku gotina 'Divê neçin serdana Îmraliyê' tê wateya têkçûna pêvajoyê.

NAVENDA NÛÇEYAN
reset font size increase font size

Gêşedan û pêşketinên pêvajoya Aşitî û Civak Demokratîk di rojeva Tirkî de di rêza yekem de bi bandorin.

Bi taybet ji bo çûyîna Komîsyona Meclîsê li gel Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hevdîtinê bike, zêdetir bûye rojev.

Vê carê jî Şêwirmendê Serokkomarê Tirkiyeyê Ayhan Ogan li ser hesabê xwe yê Xê, derbarê serdana endamên Komîsyona Meclîsa Tirkiyeyê ya Girava Îmraliyê û helwesta aliyan peyamek belav kir.

Ogan: Guhdarkirina Ocalan dibe gaveke gelek asayî û rast

Şêwirmendê Serokkomarê Tirkiyeyê Ayhan Ogan di peyama xwe de da diyar kirin ku gotina 'divê neçin serdana Îmraliyê' tê wateya têkçûna qonaxa nû ya Tirkiyeyeke Bêteror û wiha got:

"Bêguman ji bo derbaskirina qonaxa yekem, guh li rêberê rêxistinê tê girtin.

Di demekê de ku komîsyona parlamentoyê raya hemû aliyên pêwendîdar wergirtiye, wergirtina raya wî rêberî ku rêxistina xwe fesix kiriye û fermana tunekirina çekan daye, dibe gaveke gelek asayî û rast."

Ogan behsa wê yekê kir ku di encama banga Abdullah Ocalan de PKK'ê kongreya xwe li dar xistiye û xwe fesix kiriye, dest ji şêwaza têkoşîna çekdarî berdaye û dest bi pêvajoya tunekirina çekên xwe kiriye.

Şêwirmendê Serokkomarê Tirkiyeyê Ayhan Ogan di dawiya peyama xwe de wiha dibêje:

“Qonaxa yekem û armanca derbasbûna pêvajoya Tirkiyeyeke Bêteror; paqijkirina rêxistin û pêkhateyên ku piştgiriyê didin wê, tunekirina çekan û girtina tedbîrên yasayî yên pêwîst ji bo entegrekirina endam û alîgirên wê ye.

Ji bo temamkirina qonaxa yekem, tenê aliyê pêwendîdar ên rêxistin, damezirînerê wê Ocalan û rêvebiriya wê ne."

Nûçeyên têkildar

Hevkarên Me

DERBARÊ ME DE

TV

  • Frequency: 12687 H 27500 (Nilesat)
  • Frequency: 11296 H 27500 (Hotbird)

MEDÎA CIVAKÎ

© 2026 – NÛÇE TV Hemû maf parastî ne. Nûçe Rastî ye