Mihemed Baqir Qalîbaf wiha got: "Du tedbîrên ku her du aliyan li ser li hev kirine, hîn jî nehatine bicîhanîn.
Her wiha her du tedbîr jî ev in: Agirbestek li Libnanê û berdana mal û milkên cemidî yên Îranê.
Divê ev her du mijar berî ku danûstandin dest pê bikin, werin bicihanîn."
Li aliyekî din, Wezîrê Karên Derve yê Îranê Ebas Eraqçî piştrast kir ku divê Amerîka pabendî sozên xwe yên ji bo tevlîkirina Libnanê di nava agirbestê de û rawestandina êrîşên Îsraîlê yên li dijî Libnanê be.
"Ji nû ve vesazkirina herî bihêz a cîhanê"
Serokê DYA'yê Doneld Trump li ser malpera xwe ya "Truth Social" hevokek nivîsand û wiha got:
"Ji nû ve vesazkirina herî bihêz a cîhanê."
Trump bi vê hevokê behsa guhertineke radîkal di rêziknameya cîhanê de dike.