Hilweşîna rêjîma Esed û guhertina desthilatdariyê DAIŞ bi hêz kir

DAIŞ`ê, di pêvajoya guhertina siyasî ya li Sûriyê de, sûd wergirt. Di êrîşên li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyê de gelek DAIŞ'î ji zindanê derketin û bi sedan malbatên wan ji kampa Holê reviyan. Piştî derketina DAIŞ'î û malbatên wan, DAIŞ bi hêztir bû û di navbera wê û HTŞ'ê de nakokî derketin. DAIŞ'ê herî dawî daxuyaniyek weşand û diyar kir ku Hikûmeta Veguhêz a Sûriyê ji bo wan hedefek e. Ev xerteriya DAIŞ'ê ne tenê li Sûriyê li cîhanê jî her ku diçe dijwartir dibe.

reset font size increase font size

Piştî hilweşîna rêjîma BAAS'ê, li Sûriyê qonaxeke nû dest pê kir.

Ên ku desthilatdariya Sûriyê jî girt, Heyet Tehrîr Şam (HTŞ) û çend komên din bûn.

HTŞ'ê berê şaxê Qaîde li Sûriyê bû û bi gelemperî van koman di nav oposizyona Sûriyê de cih digirtin, lê ji ber sûcên wan, ew di lîsteya terorî yên navneteweyî de ne.

Di nava van koman de jî gelek DAIŞ'î û bi hezaran cîhadîstên biyanî hene.

 

Binpêkirinên çekdarên Hikûmeta Veguhêz li dijî kêmneteweyan

 

Bi hatina van koman û belavbûna wan di erdîganiya Sûriyê de, kêmneteweyên li welêt di nava xeteriyê de ne.

Di Adara sala 2025'an de, çekdarên Hikumeta Veguhêz a Sûriyê li berava Sûrî, Hema û Humsê li dijî pêkhateyên Elewî komkujî pêk anîn.

Gelek dîmen û foto li ser medya dijîtal hatin belavkirin ku DAIŞ'ê jî li rex çekdarên Hikumeta Veguhêz li dijî Elewiyan sûc kirine. 

Reuters ragihand ku di komkujiyên li beravê û cihên Elewiyan de dora hezar û 500 welatiyên Elewî hatine kuştin.

Piştî vê, di Tîrmeha 2025'an de jî DAIŞ û çekdarên Hikûmeta Veguhêz a Sûriyê heman sûc bi serê pêkhateyên Durziyên li Siwêdayê de kirin.

Di çileya 2026'an de jî van DAIŞ'îyan û çekdarên Hikumeta Veguhêz êrîşî herêmên Kurdan kirin.

Di şer de, QSD'ê ji ber bêxemiya koalisyona Navneteweyî şervanên xwe ji kampa Holê vekişandin.

 

Malbatên DAIŞ'ê ji kampa Holê reviyan

 

Di çend rojên destpêkê de ji kampa Holê ya ku niha di bin kontrola çekdarên hikûmeta veguhêz a Sûriyê de ye bi sedan malbatên DAIŞ'ê reviyan.

Çekdaran bi xwe ew malbatên DAIŞ'ê ji kampê derxistin û revandin.

Li gorî agahiyan, ev malbat li Idlib, Heleb û li sînorê Sûriye-Tirkiyê belav bûne.

Ne tenê ev, gelek DAIŞ'î ji zindanên li Reqa û Dêrazorê derketine.

 

Tirkiyê piştgiriya komên çekdar ên li Sûriyê dike

 

Ev hemû jî di bin sîwana Tirkiyê û piştgiriya wê de hatiye kirin.

Tirkiye çekên pêşketî, agahiyên istixbaratî û perwerde ji van koman re pêşkêş kir.

Li rex vê jî di şerê li dijî Kurdan de bi awayekî rasterast tevlî şer bû û bi riya balafirên bêmirov, piştgiriya çekdarên xwe dikir.

Armanca wan jî qirkirina Kurdan û guhertina demografiya herêmê bû.

 

DAIŞ sûd ji guhertina siyasî a li Sûriyê wergirt

 

Di nava vê keft û leftê de yê ku herî zêde ji guhertina siyasî sûd wergirt DAIŞ bû.

DAIŞ ji valahiya ewlehiyê û li herêmên wekî çolistana Sûriyê, Dêrazor û Reqayê bi awayekî vekirî û bê tirs karî xwe bi rêxistin bike û çalakiyan bike.

Her wiha piştî derketina DAIŞ'iyan ji zindanan û malbatên wan ji kampan, tê gotin ku DAIŞ bi hêztir bûye.

 

Nakokiyên di navbera DAIŞ û HTŞ'ê de

 

Di vê dema dawî de, di navbera DAIŞ'ê û HTŞ'ê de nakokî derket.

Tevî ku her du alî jî ji heman îdeolojiyê sûd digrin û xwedî heman kiryarê e. niha di navbera DAIŞ û HTŞ'ê de pirsgirêkên navxweyî derketine.

 

DAIŞ’ê Hikûmeta Veguhêz wekî hedef pênase kir

 

Duh DAIŞ'ê bi daxuyaniyekê diyar kir ku di dema pêş de wê Hikûmeta Veguhêz wekî hedefeke sereke ji xwe re bibînin.

DAIŞ'ê got ku rêxistina wan li Sûriyê wê karê xwe bidomîne û niha ketiye qonaxeke nû.

DAIŞ tenê îro, 2 êrîş li dijî hêzên Hikûmeta Veguhêz pêk anîn û tê de herî kêm 3 leşkerên Hikûmeta Veguhêz hatin kuştin.

 

Paşguhkirina hêzên navneteweyî rê li ber mezinbûna xeteriya DAIş'ê vekir

 

Her çend hêzên navneteweyî xwestin ku HTŞ'ê baş nîşan bidin, lê mixabin vê tenê xizmetî xurtkirina DAIŞ'ê kir. 

Niha jî bi derfetên hatine avakirin re DAIŞ dîsa xwe ji nû ve ava dike û dê dîsa bibe bela serê mirovahiyê.

Xeteriya ku beriya çend salan bi destê hêzên QSD û Koalîsyona Navneteweyî hatibû beralî kirin, niha cardin dikeve rojeva cîhanê.

 

 

Nûçeyên têkildar

Hevkarên Me

DERBARÊ ME DE

TV

  • Frequency: 12687 H 27500 (Nilesat)
  • Frequency: 11296 H 27500 (Hotbird)

MEDÎA CIVAKÎ

© 2026 – NÛÇE TV Hemû maf parastî ne. Nûçe Rastî ye