Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî, îro ji bo serdaneke fermî çû paytexta Tirkiyeyê Enqerê.
Serokatiya Herêma Başûrê Kurdistanê da zanîn ku Nêçîrvan Barzanî niha li Enqereyê ye û wê hevdîtina xwe ewil bi Wezîrê Karên Derve yê Tirkiyeyê Hakan Fîdan re bike.
Hate diyarkirin ku Nêçîrvan Barzanî piştî nîvro jî wê li Koşka Serokkomariyê bi Serokkomar Recep Tayyîp Erdogan re bicive.
Li gorî daxuyaniyê, Nêçîrvan Barzanî û Erdogan wê li ser “pêwendiyên Tirkiyeyê yên bi Îraq û Herêma Kurdistanê re, rewşa li herêmê û çend mijarên din ên ku ji bo her du aliyan girîng in” biaxivin.