Parlementoya Îraqê wê siba civîna xwe ya yekem li dar bixe

Parlementoya Îraqê ragihand ku dê 29'ê vê mehê runiştandina xwe ya yekem li dar bixe û wê parlementer sond bixwin.

Navenda Nûçeyan
reset font size increase font size

Nivîsgeha çapemeniyê ya Parlamentoya Îraqê daxuyaniyekê parvekir û bang li hemû Parlamenterên Parlamentoya Iraqê kir ku roja Duşemê wê runiştina yekem bê li darxistin.

Li gorî agahiyên hatine parvekirin wê rûniştin ji du beşan pêk were.

Ya yekem wê Parlamenter sond bixwin, ya duyemîn jî wê Serokê Parlamento û cîgirên wî bên hilbijartin.

Di daxuyaniyê de hat gotin ku rûniştin dê saet 12:00'ê nîvro pêk were.

Hêjayî bîbir xistinê ye Serokatiya Parlamentoyê ji Serok û du alîkaran pêk tê. Ev serokatiya rûniştinên yasayî û rêxisitna karên Parlamantoyê dike. Li gorî yasaya sala 2003’an Serokê Parlamantoyê ji bo Sune û alîkarê yekem Şîa û yê duyemî jî ji para Kurdane.

 

 

 

Nûçeyên têkildar

Hevkarên Me

DERBARÊ ME DE

TV

  • Frequency: 12687 H 27500 (Nilesat)
  • Frequency: 11296 H 27500 (Hotbird)

MEDÎA CIVAKÎ

© 2026 – NÛÇE TV Hemû maf parastî ne. Nûçe Rastî ye