Devlet Bahçelî: Hişyariya provokasyonê da

Serokê MHP'ê Devlet Bahçelî derbarê rêveçûna pêvajoyê nû de hişyarî da û got: "Hem li navxwe û hem jî li derve rewşa provokasyonan heye.

NAVENDA NÛÇEYAN
reset font size increase font size

Devlet Bahçelî di daxuyaniya xwe ya nivîskî de diyar kir ku di pêvajoya çekdanîn û xwefesixkirina PKK'ê de, gavên bihêz û wêrek tên avêtin û hinek hêz hene dixwazin ku vê pêvajoyê têk bibin.

Her wiha Serokê MHP'ê bêyî ku nav bide, rexne li bangawaziya Serokê CHP'ê Ozgur Ozel a derketina kolanan kir û got ku ew dixwaze aloziyê çêbike.

Serokê MHP'ê Devlet Bahçelî hişyariya provokasyonan da û got: “Gelê me ji bûyerên ku qewimîne, gelekî bi fikar û birîndar e.

Divê di van rojan de, em di her astê de hişyar bin, bi tedbîr û temkîn tevbigerin û li hemberî êrişên dijminên navxweyî û derveyî berxwedaneke siyasî, hiqûqî û neteweyî nîşan bidin.”

Nûçeyên têkildar

DERBARÊ ME DE

test footer content

PEYWENDÎ

MEDÎA CIVAKÎ

© 2025 – Nuce 24