Ehmed Şera li Tirkiyê ye

Serokomarê Demkî yê Hikûmeta Sûriyê Ehmed Şera, ji bo beşdariya 5`emîn Foruma Dîplomasiyê ya Antalyayê (ADF2026) gihîşt Tirkiyê. Ev serdan, di demekê de pêk tê ku hevsengiyên nû li herêmê û Sûriyê tên nîqaşkirin.

NAVENDA NÛÇEYAN
reset font size increase font size

Ehmed Şera, şeva borî gihîşt bajarê Antalyayê û ji aliyê Wezîrê Karên Derve yê Tirkiyê Hakan Fîdan ve hat pêşwazîkirin.

Hat ragihandin ku her du aliyan hevdîtineke rû bi rû pêk aniye, lê belê derbarê naveroka vê hevdîtinê de heta niha ti hurgilî ji bo raya giştî nehatine parvekirin.

Rojeva Forûmê dîplomasî ye

Tê payîn ku di çarçoveya Forumê de, Şera bi gelek dîplomat û lîderên navneteweyî re bicive.

Mijarên sereke yên ku di rojeva şandeya Sûriyê de ne, ji nû ve akirina welat, ewlehiya herêmî û peywendiyên bi cîranan re ne.

Ev serdana Şera wekî gaveke girîng a dîplomasiya Sûriyê ya li qada navneteweyî tê nirxandin.

Her wiha tê payîn ku di Foruma Dîplomasiyê ya Antalyayê ya 2026`an de peyamên derbarê paşeroja siyasî ya Sûriyê de werin dayîn.

 

Nûçeyên têkildar

Hevkarên Me

DERBARÊ ME DE

TV

  • Frequency: 12687 H 27500 (Nilesat)
  • Frequency: 11296 H 27500 (Hotbird)

MEDÎA CIVAKÎ

© 2026 – NÛÇE TV Hemû maf parastî ne. Nûçe Rastî ye