Piştî çend rojan ji rageşiyê, Amerîka û Îran dîsa berê xwe didin riya dan û standinan. Li gorî berpirsên Amerîkî, Amerîka û Îran ji bo rawestandina êrîşên serbazî yên hevbeş û destpêkirina dan û standinên teknîkî tevdigerin. Ew jî bi armanca aramiyê û çareserkirina nakokiyên girêdayî Tengava Hurmizê. Ajansa Reutersê ya nûçeyan ji zarê karbidestekî Amerîkî ragihand ku Waşington û Tehran wê bi awayekî demkî êrîşan rawestînin û rê bidin azadîya keştiyan.
Her wiha dan û standinên teknîkî li ser hemû xalên peymana lihevkirinê di navbera her du alîyan de ji nû ve dest pê bikin.
Karbidestê Amerîkî diyar kir ku pêşniyar heye ku hevdîtinên teknîkî li ser hemû xalên memoranduma têgihîştinê ji nû ve dest pê bikin.
Axios: Amerîka û Îran wê sibe li qeterê bicivin
Di heman çarçoveyê de, malpera Axios ji zarê rayedarekî payebilind ê Amerîkî veguhast ku her du aliyan li hev kirine ku "hemû dijminatiyê rawestînin" û wê roja Sêşemê li paytexta Qeterê, Doha, bicivin.
Ew jî da ku li ser nakokiyên têkildarî rewşa herî dawî ya Tengava Hurmizê nîqaş bikin.
Li gorî sê çavkaniyên ku bi mijarê re agahdar in ji Axios re gotine ku civîna ku wê li Dohayê bê lidarxistin, dê li ser gihîştina lihevkirinekê di derbarê ewlehiya deryayî ya li Tengava Hurmizê de bisekine.
Li Qeterê rewşa tengava Hurmizê tê gotubêjkirin
Raportê destnîşan kir ku di destpêkê de hatibû plankirin ku hevdîtin li Swîsreyê ji bo nîqaşkirina bernameya nukleerî ya Îranê pêk hatiba.
Lê belê ji ber pêşketinên dawî civîn bû li Dohayê û niha rojev li ser ewlehiya deryayî ya li Tengava Hurmizê ye.
Her wiha hate gotin ku Waşington û Tehran di hevdîtinên berê yên li Swîsreyê de li hev kiribûn ku hêleke vekirî ya agahdarkirinê ya rasterast di navbera Artêşa Amerîkî û Supaya Pasdarên Îranê de ava bikin da ku trafîka deryayî ya li Tengava Hurmizê hevrêz bikin, lê ev hêl hîn neketiye meriyetê.