Fermandarekî leşkerî: Em amade ne bersiva hemû êrîşan bidin

Xebat El Şiêtî yek Ji fermandarên Meclisa Leşkerî ya Dêra Zorê ye diyar kir tevgera DAIŞ`ê zêde bûye û ew hewl didin xwe bi rêxistin bikin û got: "Em her dem amade ne bersiva her êrişekê bidin."

NAVENDA NÛÇEYAN
reset font size increase font size

Xebat El Şiêtî destnîşan kir ku Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) ji Qamişlo heta Hesekê, Reqa û Şedadê û Baxozê pêngavên ewlehiyê pêk anîne. Di wan pêngavan de hêzên me derbeyên mezin li çeteyan xistin û gelek şehîd dane.

El Şiêtî nêrîna xwe ya der barê siberoja Sûriyeyê de anî ziman û got ku ji bo avakirina welatekî ku hemû pêkhate tê de bijîn baweriya hêzên wan bi aştiyê heye û wiha lê zêde kir:

"Em aştiyê dixwazin, ne şer. Em dixwazin Sûriyek yekgirtî û dadperwer, bê cudakarî were avakirin, ku mafên her kesî werin parastin."

Meclisa Leşkerî ya Dêra Zorê di 19`ê Tebaxê de eşkere kiribû ku di 150 êrişan de 6 şervanên wan şehîd bûne.

Nûçeyên têkildar

DERBARÊ ME DE

test footer content

PEYWENDÎ

MEDÎA CIVAKÎ

© 2025 – Nuce 24