Ev demeke dirêj e ku danûstandinên navneteweyî derbarê bernameya nuklerî ya Îranê de tên kirin. Lê belê heta niha ti encamên berbiçav derneketine holê.
Îranê, piştrast kir ku tevî aloziyan jî danûstandinên ne rasterast bi Amerîkayê re ranewestiyane.
Berdevkê Wezareta Derve ya Îranê Îsmaîl Beqayî derbarê vê mijarê de axivî û got:
"Tehran û Washington hîn li ber rêya danûstandinên rasterast nînin.”
Îsmaîl Beqayî zelal kir ku danûstandinên ne rasterast ranewestiyane, lê belê ew bi berjewendiyên Îranê ve girêdayî ne.
Beqayî, axaftina xwe berdewam kir û wiha anî ziman:
"Danûstandinên ne rasterast di navbera Îran û aliyên din de wekî berê berdewam dikin û navbeyinkarên di navbera me û wan de peyaman dibin û tînin."
Berdevkê Wezareta Derve destnîşan kir ku bernameya wan ya nuklerî di bingeh de ne pirsgirêkeke navneteweyî ye, lê ew bi israra Amerîka û Troykaya Ewrûpayê, ketiye rojeva Neteweyê yekbûyî.
Îsmaîl Beqayî: Bikaranîna enerjiya nuklerî mafekî rewa ye
Berdevkê Wezareta Derve ya Îranê Îsmaîl Beqayî tekez kir ku ji mafê Îranê ye enerjiya nuklerî bi awayekî aştiyane bi kar bîne û ev jî li gorî peymana (NPT) mafekî rewa ye.
Donald Trump: Eger Îran hazir be em hazir in
Têkildarî mijarê Serokê Amerîkayê Donald Trump beriya hefteyekê ragihand ku eger Tehran ji bo danûstandinan amade be, ew ê cezayên li ser Tehranê rake.
Her wiha Donald Trump diyar kir ku ji ber daxwaza rêveberiya Îranê jî heye, wê rêkeftinek çêbibe.
Li aliyê din Îran, gotinên Trump cidî nabîne û dibêje: "Rêveberiya Amerîkayê, nêzîkatiya dijminane li hemberî me dike û di hezîrana borî de êrîşî tesîsên me yên nuklerî kir.”
Welatên ewropî jî Îranê tewanbar dikin ku ew dixwaze çekên nuklerî bi dest bixe, lê rayedarên Îranê vê tewanbariyê red dikin û dibêjin ku bernameya wan ya nuklerî ji bo armancên sivîl e.
Danûstandinên dawiyê bê encam bûn
Di dawiya tebaxê de, Troykaya Ewropayê (Birîtanya, Fransa û Almanya) xwestin ku careke din ceza li ser Îranê bên ferzkirin.
Her çend danûstandinên ku di meha îlona borî de hatine kirin jî lê ti encamên berbiçav nehatine bidestxistin.