Li Şamê Parlementerê Durzî hat revandin û kesek jî hat qetilkirin

Li gundewarê Şamê komeke çekdarên rûgirtî bijîşk û parlamenterê rejîma berê Hemze Şahîn ê Durzî, ji pêşiya klînîka wî revandin. Her wiha Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyê jî da zanîn ku li navçeya Xizlaniyê ji aliyê 2 çekdarên nenas ve welatiyekî Şîî hat qetilkirin.

reset font size increase font size

Hêzên Hikûmeta Demkî ya Sûriyê di 13’ê Tîrmeha 2025`an de bi piştgiriya hin kesên bi navê eşîrên Ereb û Bedewî li dijî civaka Durzî komkujî pêk anîn.

Tevî agirbesta ku 13 Tîrmeha 2025`an  hatiye ragihandin jî heta niha êriş û binpêkirinên li dijî Durziyan didomin.

Li gundê Dêrelî yê başûrê Şamê xeta Siweydayê çekdarên rûgirtî bijîşk û parlamenterê rejîma berê Hemze Şahîn ê Durzî, ji pêşiya klînîka wî revandin.

SOHR: Çekdarên nenas welatiyekî Şî`a qetil kirin

Di heman çarçoveyê de Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyê jî da zanîn ku li navçeya Xizlaniyê ya herêma Xûta Şerqiya girêdayî gundewarê Şamê ji aliyê 2 çekdarên nenas ve welatiyekî Şîî, ku bavê 3 zarokan e, hatiye qetilkirin.

Komîsyona Lêpirsînê: Me agahiyên bitiris ji şêniyan guhdar kir

Di derbarê heman binpêkirinan de Komîsyona Lêpirsînan a Neteweyên Yekbûyî ya ji bo Sûriyê bi daxuyaniyekê, encama serdana xwe ya duyemîn a bo Siweydayê û civakên koçber ên li bajarên din ên Sûriyê aşkere kir.

Komîsyonê da diyar kirin ku wan agahiyên bitirs ji şêniyan guhdar kiriye û wiha lê zêde kir: "Gelek kiryar bi awayekî hovane û nemirovane hatine kirin.”

Komîsyonê di dawiya daxuyaniya xwe de da zanîn ku rêjeya binpêkirinan pir mezin e û lêpirsînên wê berdewam bikin.

MSD: Êrîş hewldaneke ji bo têkbirina yekîtiya welêt e

Meclîsa Suriye Demokratîk (MSD) jî di derbarê êrişa li ser rêya Şamê-Siweydayê ya li dijî otobusekê ku di encamê de 2 kes hatin kuştin û çend kesên din jî birîndar bûn daxuyaniyek da û got:

"Em êrîşan wek sûcekî hovane û hewldanek ji bo têkbirina aramî û yekitîya welêt bi nav dikin."

MSD`ê  bang li hikumeta veguhêz kir ku tavilê lêpirsîneke zelal ji bo naskirina sûcdaran û darizandina wan, dest pê bike.

MSD`ê her wiha ji bo diyalogeke neteweyî ya berfireh ku hemû hêzên siyasî û civakî tê de beşdar bibin, banga xwe dubare kir.

Nûçeyên têkildar

Hevkarên Me

DERBARÊ ME DE

TV

  • Frequency: 12687 H 27500 (Nilesat)
  • Frequency: 11296 H 27500 (Hotbird)

MEDÎA CIVAKÎ

© 2026 – NÛÇE TV Hemû maf parastî ne. Nûçe Rastî ye