Rueters: Îsralî bi hevkariya Amrîkayê erîşeke nû li dijî Tehranê da destpêkirin

Di hevdema danûstandina di navbera Amerîka û Îranê de, Îsraîl dest bi erîşeke nû li dijî Tehranê kir. Medyayên Îranê jî vê sibê ragihandin ku 3 teqîn li Tehranê pêk hatine. Wezîrê Parestinê yê Îsraîlê Yisrael Katz, di ihtîmala bersivdayîna Îranê de, rewşa awarte li seranserî Îsraîlê ragihand.

Navenda Nûçeyan
reset font size increase font size

Medyaya Îranê di sibeha 28'ê Sibatê de, ragihand ku dengê çend teqînan li navenda Tehranê hatiye bihîstin û dûxanek mezin ji derdora Kolana Pasteur a li paytext bilind bûye.

Wezîrê Parestinê yê Îsraîlê Yisrael Katz jî ragihand ku Îsraîlê "êrîşeke pêşîlêgir" li dijî Îranê daye destpêkirin.

Yisrael Katz di berdewamiya daxuyaniya xwe de, da zanîn ku bi ihtîmala bersivdayîna Tehranê, wî li seranserê welêt rewşa awarte ya yekser îlan kiriye.

Desteya Balafirgehên Îsraîlê ragihand ku piştî destpêkirina rewşa awarte li welêt, wan qada xwe ya hewayî ji bo firînên sivîl girtiye.

 

"Wezareta îstîxbaratê ya li paytexta Îranê bûye hedef"

 

Al Arabiya/Al Hadath ragihand ku Wezareta Îstîxbaratê ya li paytexta Îranê bûye hedef.

Wan zêde kir ku teqîn li rojhilat û rojavayê Tehranê, ku hin baregehên Pasdarên Şoreşê lê ne, her wiha li Qum, Îsfahan û herêma Kirmaşanê jî, hatine bihîstin.

Medyaya Îsraîlê diyar kir ku yek ji êrîşan, baregeha serokatiyê li Tehranê hedef girtiye û hin sûîkast jî hatine kirin.

Di heman çarçoveyê de jî, Reutersê eşkere kir ku ev operasyoneke hevbeş a Amerîkî û Îsraîlî bû.

 

"Rêberê bilind yê Îranê Alî Xamîneyî ji Tehranê hatiye derxistin"

 

Heman çavkaniyê diyar kir ku berpirsekî ji wê re, daye zanîn ku Rêberê Bilind yê Îranê Alî Xamîneyî, ne li Tehranê ye û ew ji bo cihekî bi ewle hatiye veguhestn.

Ev êrîş di hemdema gera Sêyemîn ya di navbera Amerîka Îranê de, pêk hat.

Heya niha ji aliyê Îranê ve ti daxuyanî di derbarê van êrîşan de nehatiye dayîn.

 

 

Nûçeyên têkildar

Hevkarên Me

DERBARÊ ME DE

TV

  • Frequency: 12687 H 27500 (Nilesat)
  • Frequency: 11296 H 27500 (Hotbird)

MEDÎA CIVAKÎ

© 2026 – NÛÇE TV Hemû maf parastî ne. Nûçe Rastî ye