Li Tirkiyê, ji cotmeha 2024'an ve operasyonên li dijî şaredariyên CHP'ê bê rawestan didomin.
Operasyonên herî dawî jî li dijî şaredariyên navçeyên Stenbolê pêk hatin.
Di operasyona li dijî Şaredariya Beylikduzu de 27 kes hatin binçavkirin
Vê sibehê, di çarçoveya lêpirsîna ku ji aliyê Serdozgeriya Komarê ya Stenbolê ve tê birêvebirin de, li dijî Şaredariya Beylikduzu operasyon hat kirin.
Di operasyoneke hevdem de ku navenda wê li Stenbolê û bajarên Giresun û Bursayê jî di nav xwe de digire, bi tevahî 27 kes hatin binçavkirin, di nav wan de karmendên şaredariyan, şîrketên înşaetê û şîrketên vekolîna avahiyan jî hene.
Di raporên pisporan ên ku ji hêla Rêveberiya Jîngeh, Bajarvanî û Guherîna Avhewayê ya Parêzgeha Stenbolê ve hatine amadekirin de, tê îdîakirin ku "guhertinên neqanûnî di rêziknameyên zonkirinê de hatine kirin û di projeyên destûrnameyê de li ser 4 parselên cuda ku peymankirina avakirinê ji hêla heman şîrketê ve hatiye kirin, nakokî hatine dîtin û tevî vê yekê jî, şaredariya têkildar destûra çêkirinê ji bo van avahiyan daye."
Tevî Şaredarê Sîlîvriyê Bora Balcioglu, 10 kes hatin girtin
Ji 18 kesên ku di çarçoveya lêpirsîna gendeliyê ya li Şaredariya Silivriyê de hatine binçavkirin, tevî Şaredar Bora Balcıoğlu, 10 kes hatin girtin.
Heşt kesên din jî bi çavdêriya dadwerî hatin berdan.
Di çarçoveya lêpirsîna li ser îdiayên gendeliyê yên li dijî Şaredariya Sîlîvriyê ya bi serokatiya CHPê de, ji bo 18 kesan, ku Şaredar Bora Balcıoglu jî di nav de ye, biryara girtinê hat dayîn.
Operasyon roja Înê 12ê Hezîranê, di çarçoveya lêpirsîna ku ji aliyê Serdozgeriya Komarê ya Silivriyê ve tê meşandin de pêk hat.
18 kesên ku hatibûn binçavkirin piştî kontrolkirina tenduristiyê li Nexweşxaneya Dewletê ya Bayrampaşa, birin Dadgeha Silivriyê.
Ji kesên ku îfadeyên wan li dozgeriyê temam bûn, tevî Şaredarê Sîlîvriyê Bora Balcıoğlu 11 kes, bi daxwaza girtinê sewqî Dadgeha Sulhê hatin kirin, 7 kesên din jî bi daxwaza kontrola edlî sewqî dadgehê hatin kirin.
Dadgeha Cezayê Sulhê der barê Şaredar Bora Balcıoglu û deh kesan de biryara girtinê da. 8 kes jî bi kontrola edlî hatin berdan.