Artêşa Îsraîlê: Hêzên me li Tehranê li dijî cihên hilberîna çekan êrîş pêk anîn

Artêşa Îsraîlê, bi daxuyaniyekê ragihand ku wan pêleke din a êrîşên asmanî yên li dijî cihên hilberîna çekan li Tehranê pêk anîne.

NAVENDA NÛÇEYAN
reset font size increase font size

Artêşa Îsraîlê, daxuyand ku hêzên wan ên hewayî pêleke nû ya êrîşan wekî beşek ji operasyona xwe ya berdewam a ji bo hedefgirtina pîşesaziyên ku çekên rejîma Îranê hildiberînin, temam kir.

 

Artêşê di daxuyaniya xwe de, derbarê tedayên operasyonê de ev agahî dan:

 

“Kargeheke dagirtina serikên mûşekan, bi teqemeniyên mûşekên balîstîk ên ku ji bo avêtina ber bi Îsraîlê ve dihat bikaranîn, hat armancgirtin.

 

Her wiha Navendeke lêkolîn û pêşxistina çêkirina çekên pêşkeftî, tevî cihekî hilberîna mûşekên balîstîk bûne armanca hêzên me yên hewayî.

 

Dîsa Cihekî hilberandin, lêkolîn û pêşxistina pêkhateyên mûşekên dij-tank, mûşekên erd-hewa yên menzîla kurt û çekên din hatin bombekirin."

 

Artêşê di dawiya daxuyaniya xwe de ev tişt got:

 

"Wan li Tehranê cihên avêtina mûşekên dijî-balafiran û pergalên gulebaranê hedef girtine."

 

Nûçeyên têkildar

Hevkarên Me

DERBARÊ ME DE

TV

  • Frequency: 12687 H 27500 (Nilesat)
  • Frequency: 11296 H 27500 (Hotbird)

MEDÎA CIVAKÎ

© 2026 – NÛÇE TV Hemû maf parastî ne. Nûçe Rastî ye