Rêxistina Hevkariya Mirovî û Geşepêdanê bi hevkariya Wezareta Karên Derve ya Federal a Swîsreyê re, konferansa dawîn a bi navê "Ber bi Rûbirûbûna bi Raboriyê ve - Ber bi Mekanîzmayek Sûriyeyî ji bo Avakirina Aştiyê" li dar xist.
Konferans bi beşdariya 120 kesayetên rewşenbîr, civakî, eşîrî, oldar, kesayetên têkildarî mafên mirovan ji bajarên Cizîr, Idlib, Hema, Reqa û Kobanê, li Xwaringeha Şeto ya bajarê Hesekê hat lidarxistin.
Armanca vê konferansê ew e, ku têgihîştinê bi pêş bixe, baweriyê ava bike û alîkariya arastekirina hewildanan ber bi vîzyoneke hevpar ve bike, da ku bingehek ji bo avakirina zemîneke danûstandinê ji bo Sûriya nû ava bike.
Di konferansê de, pêşniyarên ji konferansên berê yên bi rayedarên herêmî û rêveberan re di der barê têgihîştin û vîzyona wan a ji bo pêkanîna çawaniya danûstandinan de, hatine nîqaşkirin.
Li kêleka wê jî, nerînek hevbeş hat pêşkêşkirin ku alîkariya pisporan di sazkirina belgeya "prensîbên bingehîn û Mekanîzmayek Sûriyeyî ji bo Avakirina Aştiyê" li ser bingeha rûbirûbûna di dema borî de were kirin.
Der barê konferansê de, pisporê bernameya danûstandina dema borî Bilind Mele axivî û diyar kir ku ev konferans piştî 7 konferansên ku li herêmên cuda yên Sûriyê ji bo nîqaşkirina mekanîzmayek ji bo aştiyê li Sûriyê hatine lidarxistin, hate organîzekirin.
Her wiha hate diyarkirin ku xebatên konferansê li vir sînordar nabin, berevajî wê, dê bibe destpêka alîkariya vê belgeya siyasî û parvekirina wê bi rêveberên xwecihî û navneteweyî re.