Hatîmogullari: Divê em bêhtir li aştiyê xwedî derkevin

Tulay Hatîmogullari beriya civîna Hevserokên Bajaran yê partiya xwa axivî û derbarê mijarên di rojevê de peyamên girîng da. Tulay Hatîmogullari bal kişand ser pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk û got: “Divê em bêhtir li aştiyê xwedî derkevin.”

NAVENDA NÛÇEYAN
reset font size increase font size

Hevserokên bajaran yên Partiya Demokrasî û Wekheviyê ya Gelan (DEM Parti), li navenda giştî ya partiya xwe civiyan. Di civîna ku serokatiya Hevserokên Giştî Tulay Hatîmogullari û Tuncer Bakirhan pêk hat de Tulay Hatîmogullari derbarê pêvajoyê de nirxandinên girîng kir.

Tulay Hatîmogullari destnîşan kir ku ew ê bûyerên li Tirkiyê, herêm û cîhanê binirxînin û got:

“Bêguman em ê li ser bandora Banga Aştî û Civaka Demokratîk a birêz Ocalan a li ser civakê, xebatên hatine kirin û yên dive bên kirin nîqaş bikin. Hevserokên me ji qadan tên û raporên wan girîng in.”

 

'Divê Tirkiye bi Kurdên li Suriyê, Iraq û Îranê re li hev bike'

 

Tulay Hatîmogûllari diyar kir ku ji bo agirê li Rojhilata Navîn û cîhanê belavî Tirkiyê nebe, divê aştî çêbibe û ev tişt anî ziman: “Divê Tirkiye bi Kurdên li Sûriye, Iraq û Îranê re jî aştiyê bike.

Heke Tirkiye bi rastî jî bixwaze korîdora ewlehiyê ava bike, wê demê divê ji bîr neke ku ev korîdor bi aştiyê dibe. Ewlehî, bi şer, çek, gule, tank û topan nabe.”

Tulay Hatîmogullari li ser geşêdanên li Rojava û Suriyê jî sekinî û got: “Avakirina Sûriyeke demokratîk jî bi dayina mafên Kurdan, Elewiyan û Durziyan dibe.

Em gefên nûnerên hikûmetê yên dawî ku li Rojava dixwin, qebûl nakin. Li wir bi hezaran Elewî û Durzî hatin qetilkirin.”

 

'Komîsyon li ser mijarên esasî nasekine'

 

Hevseroka DEM Partiyê anî ziman ku armanca Rêberê Gelê Kurd rizgariya gelê Tirk, Kurd, Ereb, Ermen û civakên Êzîdî, Elewî, Sunî û hwd ne û wiha berdewam kir: “Lê mixabin tevî gavên şênber ên Ocalan û PKK’ê jî îktîdar û dewletê heta niha gavên şênber neavêtine.

Gava herî girîng avakirina komîsyonê ye, lê ew jî li ser mijarên esasî nasekine.

Ji bo serdema nû ya qanûndanînê ku dê di 1’ê Cotmehê de dest pê bike, tu xebatek nîne. Ev jî nîşan dide ku polîtîkayên mijûlkirinê di meriyetê de ne.

Divê şert û mercên azad ên birêz Ocalan tavilê bên avakirin.”

Nûçeyên têkildar

DERBARÊ ME DE

test footer content

PEYWENDÎ

MEDÎA CIVAKÎ

© 2025 – Nuce 24