Li bajarê Reqayê komîteya şêwiriyê civîneke berfireh li darxist.
Di civînê de hevserokê Komîteya Dan û standinan a Bakur û Rojhilatê Sûriyê ya bi Hikûmeta Veguhêz a Sûriyê re Ebid Hamid El Mihbaş li hola civînan a Meclisa Rêveber a Kantona Reqayê bi şêniyên bajar re civiya û geşedanên dawîn ên têkildarî dan û standinên di navbera Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê û Hikûmeta Veguhêz a Sûriyê de, şîrove kirin.
Kar û xebatên komîteyên ku ji her du aliyan ve hatine avakirin şîrove kir
El Mihbaş hemû hûrguliyên kar û xebatên komîteyên ku ji her du aliyan ve hatine avakirin, jê komîteya ewlehiyê û leşkerî, perwerde, deriyên sînor, aborî, tenduristî û guhertina destûrê, rave kir.
“Lihevkirina 10`ê adarê ji bo dan û standinan, lêveger e”
Ebid Hamid El Mihbaş destnîşan kir ku lihevkirina 10`ê Adarê ji bo dan û standinan, lêveger e ji ber ku bingeha entegrekirina rêveberî, leşkerî û ewlehî dabîn dike.
Her wiha bingeha pêvajoyeke nû ya nenavendîbûnê ye ku dê yekitiya Sûriyê biparêze, rê li pêşiya projeyên parçekirinê bigire.
Beşdaran dan zanîn ku ew piştgiriya komîteya dan û standinan dikin
Rûspî, rewşenbîr, siyasetmedar û hiqûqnasên beşdar dan zanîn ku ew piştgiriya komîteya danûstandinan dikin û di heman demê de anîn ziman ku divê civaka navneteweyî, di serî de Fransa û DYA`yê dabînan bidin ji bo ku ev lihevkirin were pratîkkirin.
Erebistana Siûdî rola xwe ya cewherî di piştgiriya her projeyekê de bike
Di dawiya civînê de beşdaran bang kir ku Erebistana Siûdî rola xwe ya cewherî di piştgiriya her projeyeke nîştimanî ya komker bike ku yekitiya Sûriyê xurt dike.