Gideon Saar: Ger Hamas çekên xwe deyne wê şer li Xezeyê bi dawî bibe

Wezîrê Derve yê Îsraîlê Gideon Saar îro ragihand ku ger Hemas dîlgirtiyan serbest berde û çekên xwe deyne, wê şerê li Xezeyê bi dawî bibe.

NAVENDA NÛÇEYAN
reset font size increase font size

Wezîrê Derve yê Îsraîlê Gideon Saar bang li Hemasê kir ku çekên xwe deyne û teslîm bibe.

Gideon Saar diyar kir ku aştî bi Filistîniyan re tenê bi rêya lihevkirinên dualî dikare were bidestxistin û got: "Naskirina dewleta Filistînê ji aliyê welatên din ve aştiyê nêzîktir nake."

Ji aliyê xwe ve jî, serokê Hemasê Basem Naîm ji Reuters re got ku tevgera Hemasê çekên xwe bernade, lê eger Îsraîl şer bi dawî bike û hêzên xwe ji Xezeyê vekişîne, ew ê hemû dîlgirtiyan berde.

Her wiha radyoya artêşa Îsraîlê îro ji Serokê Beşa Operasyonan veguhest ku artêş amadekariyên ketina bajarê Xezeyê dike.

Nûçeyên têkildar

DERBARÊ ME DE

test footer content

PEYWENDÎ

MEDÎA CIVAKÎ

© 2025 – Nuce 24