Li Dêra Zorê çeteyên DAIŞ'ê endamekî wezareta parastinê kuştin

Li Dêra Zorê, di êrîşa çeteyên DAIŞ'ê de, leşkerekî hikûmeta Veguhêz a Sûriyê hat kuştin û 2 jî birîndar bûn. Koalisyona navnteweyî dibêje ku operasyonên ewlehiyê êrîşên çeteyên DAIŞ'ê kêm kirine.

NAVENDA NÛÇEYAN
reset font size increase font size

Tevgera çeteyên DAIŞ'ê li Sûriyê û bi taybet li çolistanê zêde dibe.

Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyê ragihand ku li Dêra Zorê çeteyên DAIŞ'ê êrîşî Hêzên Hikûmeta Veguhêz kir.

Çavdêriya Sûriyê da zanîn ku êrîş li bajarokê Cidêdet Begara pêk hatiye.

Li gorî wê, di necama êrîşê de, leşkerekî wezara parastinê hat kuştin û 2 jî birîndar bûn.

Koalisyona Naventeweyî: Ji ber operasyonên ewlehiyê êrîşên DAIŞ'ê kêm bûne

Li gel van rûdanan jî, Koalisyona Naventeweyî li ser tevgera çeteyên DAIŞ'ê li Sûriyê daxuyaniyek da.

Koalisyona Naventeweyî da zanîn ku tevî DAIŞ'ê hewl dide ku hebûna xwe li Sûriyê bide xuyakirin jî lê ew rastî zehmetiyan tê.

Koalisyonê diyar kir ku DAIŞ'ê meha borî berpirsyartiya ti êrîşan negirtiye ser xwe, ev yek nîşan dide ku şiyana wê ya pêkanîna êrîşan kêm bûye.

Koalisyona Navneteweyî eşkere kir ku ev operasyonên ewlehiyê yên berdewam zext li ser DAIŞ'ê dikin û şiyana wê ya ji nû ve komkirin û pêkanîna êrîşan li deverên cûda yên Sûriyê sînordar dikin.

Hemxwetî vê daxuyaniyê, beriya 2 rojan li Şamê erebeyek veguheztinê teqaiya û çeteyên DAIŞ'ê berpirsyartiya wê li xwe girt.

Di tîrmehê de çeteyên DAIŞ'ê 5 kes kuştin û 4 jî birîndar kirin

Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyê bîlançoya êrîşên çeteyên DAIŞ'ê ya meha tîrmehê parve kir.

Çavdêriya Sûriyê ragihand ku di meha borî de, çeteyên DAIŞ'ê 9 êrîş li herêmên cuda yên Sûriyê pêk anîne.

Li gorê wê, di encama êrîşan de 5 kes hatine kuştin û 4 jî birîndar bûne.

Nûçeyên têkildar

Hevkarên Me

DERBARÊ ME DE

TV

  • Frequency: 12687 H 27500 (Nilesat)
  • Frequency: 11296 H 27500 (Hotbird)

MEDÎA CIVAKÎ

© 2026 – NÛÇE TV Hemû maf parastî ne. Nûçe Rastî ye