Êvara 30'ê Îlonê, hêzeke leşkerî ya Îsraîlê ku ji çend wesayîtan û 2 tankan pêk dihat, derbasî gundewarê rojavayê Derayê bû. Li gorî çavkaniyên herêmî, ev hêz li ser rêya di navbera gundên Sîson û Cumlê yên li devera Hewd El Yermûkê bi cih bûye.
Hêzên Îsraîlê li wir xaleke kontrolê ya demkî ava kir, dest bi lêgerînê kir û nehişt ku sivîl derbasî herêma Wadî El Reqad bibin. Ev destwerdan di nîvê şevê de bû sedema rageşiyê di navbera leşkeran û cotkarên herêmê de, û di encamê de tevgera şêniyan a ber bi zeviyên wan ve bi temamî hat astengkirin.