Sûriyê: Me 226 bombeyên ku ji bo Hizbullahê hatine şandin girt

Desteya Giştî ya Bender û Gumrikê ya Hikûmeta Veguhêz a Sûriyê erebeyek girt. Desteyê da zanîn ku di vê erebeyê de, 226 bombe hatin desteserkirin. Li gorî wê, ev bombe ji bo Hizbullaha Libnanê hatine şandin.

NAVENDA NÛÇEYAN
reset font size increase font size

Têkiliyên di navbera Sûriyê û Libnanê de ne diyar in.

Hikûmeta Veguhêz a Sûriyê di van rojên derbasbûyî de, li sînorê Sûriye û Libnanê bendên kontrolê, şêwazên xwe hişk kirine.

Di vê çarçoveyê de, Desteya Giştî ya Bender û Gumrikê bi daxuyaniyekê ragihnd ku wan erebeyên ku tê de bombe hebûn, girtin.

Desteyê diyar kir ku ev erebe ber bi Libnanê bi rê ketibû û li benda kontrolê ya li ser sînorê Sûryê-Libnanê ve hate girtin.

Li gorî jêderê, di çend erebeyan de, 226 bombeyên ji cureya RGC hatin desteserkirin.

Beriya çend rojan jî, Desteya Giştî ya Bender û Gumrikê li ser sînorê Sûryê-Îraqê jî erebeyek desteser kiribû.

Desteya Giştî ya Bender û Gumrikê ya Hikûmeta Veguhêz a Sûriyê li ser mijarê, ev daxuyanî dabû:

"Me li ser sînorê Sûriyê û Îraqê erebeyek girt.

Di vê erebeyê de, bi dehan ji dron, bome û mûşekan hatin desteserkirin.

Ev erebe bi riya Sûriyê, hewl da ku bigihêje milîsên Hizbullahê yên li Libnanê."

Ya balkêş di vê daxuyaniyê de ew e ku Hikûmeta Veguhêz navê milîsan li Hizbullahê kir.

Beriya niha gelek caran serokê Amerîkayê Donald Trump diyar kiribû ku Sûriyê dikare tevlî şerê Libnan û Îsraîlê bibe.

Bi gotina wî, Ehmed Şera bi şêwazê xwe û bêyî hilweşîna avahiyên pirqatî dikare pirsgirêka Hizbullahê çareser bike.

Li gorî çavdêran, dibe ku di demên pêş de, Ehmed Şera li Libnanê şerê Hizbullahê bike.

Nûçeyên têkildar

Hevkarên Me

DERBARÊ ME DE

TV

  • Frequency: 12687 H 27500 (Nilesat)
  • Frequency: 11296 H 27500 (Hotbird)

MEDÎA CIVAKÎ

© 2026 – NÛÇE TV Hemû maf parastî ne. Nûçe Rastî ye