Wezîrê Perwerdeyê û gerînendeyê Hesekê amadekariyên sala nû nîqaş kirin

Wezîrê Perwerde û Fêrkirinê û gerînendeyê Perwerde û Fêrkirinê yê parêzgeha Hesekê amadekariyên sala nû ya xwendinê gotûbêj kirin.

NAVENDA NÛÇEYAN
reset font size increase font size

Wezîrê Perwerde û Fêrkirinê Mihemed Ebdurehman Tirko bi Gerînendetiya Perwerde û Fêrkirinê ya parêzgeha Hesekê Ednan Berî re civiya.
Di civînê de amadekariyên sala nû ya xwedinê, xebatên sererastkirina navendên perwerdeyê, plana vekirina dibistanên nû, dabînkirina hewayeke guncaw ji bo xwendekar û mamosteyan hatin nîqaşkirin.
Her wiha mekanîzmeya gihandina pirtûkan, pêdiviyên perwerde û lojîstîk ji bo tevahî dibistanan û dosyaya ji nû ve sazkirina sazûmaniya rêveberî û perwerdehî gotûbêj kirin.
Wezîrê Perwerde û Fêrkirinê pesnê keda kadroyên perwerdeyê yên parêzgeha Hesekê û hewldanên wan ên rakirina astengiyan da.
Gerînendetiyê Perwerdeyê ya parêzgeha Hesekê anî ziman ku gerînende dê destekê pêşkêş bike û rasterast bi wezaretê re di nava têkiliyan de be.

Nûçeyên têkildar

Hevkarên Me

DERBARÊ ME DE

TV

  • Frequency: 12687 H 27500 (Nilesat)
  • Frequency: 11296 H 27500 (Hotbird)

MEDÎA CIVAKÎ

© 2026 – NÛÇE TV Hemû maf parastî ne. Nûçe Rastî ye