Li Sûriyê têkoşîna li dijî pergala navendî

Li Rojhilata Navîn, bi teybetî li Sûriyê, gel ji pergala navendî ya bi rêveberiya welêt gelek êş kişandin. Ji bo guhertina vê pergalê, 14 salan li ser hev gelê Sûriyê berdêline giran dan. Piştî hilweşîna rêjîma Baasê û guhertina desthilata Sûriyê, sîstema navendî nehat guhertin. Me li ser vê mijarê raporek amede kiriye, em bi hev re lê temaşe bikin.

NAVENDA NÛÇEYAN
reset font size increase font size

Li Rojhilata Navîn, di belavbûna erdînîgarî û sînoran de, her kes li berjewendiyên xwe digeriyan.

Hêzên desthilatdar bi pergala kapîtalîst bi nijadperest û sîstemên navendî gelên Rojhilata Navîn bi qirkirinê re rûbirû hiştin.

Sûriye jî welatekî di nexşeya Rojhialata Navîn de ye û 53 salan ji aliyê malbata Esed ve dihat birêvebirin.

Di serdema Hafiz Esed û kurê wî Beşar Esed de pêkhate û baweriyên derveyî Elewîtî û Ereb li Sûriyê ji mafên xwe yên etnîkî û olî bêpar bûn.

Serokên rêjîma Baasê, bi sîstema yekal, yekziman, yeksrûd û yekartêşê pêkhateyên wekî Kurd, Êzidî, Ereb, Durzî bê maf hiştin.

Di sala 2011'an bi gera buhara gelan re, li Sûriyê dengê hilweşîna sîstema navendî derket.

Beşar Esed li şûna ku li dengê xelkê guhdar bike, bi top, mûşek û şer bersiva daxwaza Sûriyan da.

Tevî hovîtiya Beşar Esed jî, gelê Sûriyê ji 2012'an heta 2024'an ve ji bo mafên xwe, dev ji xwesteka xwe ya hilweşîna rêjîma Baasê berneda.

8'ê kanûna 2024'an, piştî bi sedhezaran ji kuştin, birîndarkirin û windabûn gelê Sûriyê, rêjîma Baasê hilweşiya.

Piştî vê, bi serokatiya Ehmed Şera hikûmeteke Veguhêz ji bo birêveberirina Sûriyê hat avakirin.

Her kes li bendê ye ku li Sûriyê pergaleke nenavendî were avakirin.

Lê di erkdarkirin û vesaziyan de rewşeke berovajî derdikeve holê.

"Jinûvesazkirina pergala ewlehiyê" 

Yek ji mînaka vê, pergala ewlehî û wezîrê hundirîn e.

Şera Enes Xetab ku wezîrê hundirîn e, weke rêveberê ewlehiya neteweyî erkdar kir.

Rojnameya Exbar a Libnanê diyar kir ku bi erkdarkirinên nû re Ehmed Şera dixwaze sîstemeke ewlehiyê ya navendî saz bike.

Li gorî wê, ev guhertin da ku saziyên ewlehiya hundirîn û îstixbaratê di bin serweriya serok de bin.

Rojnameyê diyar kir ku kesên nêzî Şera û bi taybetî endamên 'Heyet Tehrîr Şam' ji bo saziyên ewlehiyê hatine erkdarkirin.

Her wiha rojnameyê nivîsand ku erk bi awayekî ku hevsengî xirab nebin û her tişt di bin serweriya Şera de be, hatine belavkirin.

Rojnameya Şerq Ewsetê got ku ji ber rewşa ewlehiyê ya Sûriyê û teqînên vê dawiyê, sîstema ewlehiyê hat guhertin.

Pisporekî ewlehiyê ji Şerq Ewsetê re axivî û got ku dê saziyên ewlehiyê di bin serweriya Ehmed Şera û Enes Xetab de bimînin.

Her wiha dê erka şopandina saziyên ewlehiyê û saziyên îstixbarata giştî ji hev cuda bin.

Tevî ku gelê Sûriyê 14 sala êşa hilweşîna sîstema navendî kişand, lê îro careke din ew sîstem tê vejandin.

Nûçeyên têkildar

Hevkarên Me

DERBARÊ ME DE

TV

  • Frequency: 12687 H 27500 (Nilesat)
  • Frequency: 11296 H 27500 (Hotbird)

MEDÎA CIVAKÎ

© 2026 – NÛÇE TV Hemû maf parastî ne. Nûçe Rastî ye