Îlham Ehmed: Perwerdeya bi zimanê dayikê mafê her gelekî ye

Hevseroka Daîreya Têkiliyên Derve ya Rêveberiya Xweser Îlham Ehmed li ser platforma "X" ê diyar kir ku ji mafê her kesekî ye ku bi zimanê dayikê biaxive û perwerde bibe. Xwendekarên ku berê materyalên Kurdî yên Rêveberiya Xweser ku li Şêxmeqsûd û Eşrefiyê jî dixwendin, dest bi himleyekê kirine ku tê de bruşûran belav dikin û daxwaza xwendina bi zimanê dayikê dikin.

NAVENDA NÛÇEYAN
reset font size increase font size

Ji ber zimanê dayikê ne tenê amûreke axaftinê ye, her wiha nasname, çand û hebûna her gelekî ye.
Ji ber vê yekê mafê her netewekî ye ku bi zimanê xwe biaxive û perwerde bibe.
Der barê vê yekê de Hevseroka Daîreya Têkiliyên Derve ya Rêveberiya Xweser Îlham Ehmed li ser platforma "X" ê got "perwerdeya bi zimanê dayikê mafekî bingehîn yê her gelekî ye".
Îlham Ehmed di peyama xwe de diyar kir ku ziman ji xuluqkariyên xwedayê dilovan in. 
Nabe ku tu kes jê bê qedexekirin an jî ji pîroziya wan bê kêmkirin. 
Her wiha Îlham Ehmed îşaret bi wê yekê kir ku Sûriyê bi qebûlkirina van mafên bingehîn re, dikare bibe nimûneya edalet, aramî û aştiyê li herêmê".

Li Şêxmeqsûd û Eşrefiyê xwendekar daxwaza xwendina bi zimanê dayikê dikin

Di heman demê de Xwendekarên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê yên bajarê Helebê dest bi himleyekê kirine ji bo daxwaza xwendina bi zimanê dayikê.
Li gorî agahiyên ku tên parvekirin li ser Medya Dijîtal de hejmarek ji xwendekar û ciwanan li qadan dest bi belavkirina bruşûran kirine.
Ev yek jî bi mebesta daxwaza çareserkirina dosya pêvajoya perwerdeyê, zelalkirina çarenûsa xwendekarên ku berê materyalên Kurdî yên Rêveberiya Xweser dixwendin tevgerek xwendekar û ciwanan heye.
Her wiha bang ji aliyên mamosteyan der barê naskirina rewşa wan di saziyên perwerdeyê yên girêdayî Rêveberiya Xweser de, hat kirin.
Ku mûçeyên wan ên dereng mane jî bên dayîn û rewşa wan a pîşeyî were çareserkirin.
Duh li bajarê Helebê jî şandeyeke mamosteyên li taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê, ji bo rewşên xwe yên îdarî û darayî serdana Gerînendetiya Perwerde û Fêrkirinê kirin.
Li gorî agahiyên ku hatin parvekirin şande bi Gerînendetiya Perwerde û Fêrkirinê ya Helebê re hevdîtin nekir, tenê hin kesên peywendîdar ên li gerînendeyê dîtin, lê şandeyê ti bersivên zelal bi dest nexist.
Di çarçoveya peymana 29`ê çileyê ya di navbera hikûmeta Sûriyê û QSD`ê de hat kirin divê zarokên kurdan bi zimanê xwe perwerdeyê bibînin.

Nûçeyên têkildar

Hevkarên Me

DERBARÊ ME DE

TV

  • Frequency: 12687 H 27500 (Nilesat)
  • Frequency: 11296 H 27500 (Hotbird)

MEDÎA CIVAKÎ

© 2026 – NÛÇE TV Hemû maf parastî ne. Nûçe Rastî ye