Ji bo ewlehiya Hesekê ji derve 300 erebe hêzên Ewlehiyê hate taqwiyekirin

Nûçegihana me ji bajarê Hesekê diyar kir ku di çarçoveya ewlehiyê de Hêzên Ewlehiya Giştî yên Hikûmeta Sûriyê ji bo bajarê Hesekê ji derve hêzeke bi qasî 300 erebe taqwiye aniye.

NAVENDA NÛÇEYAN
reset font size increase font size

Tê payîn ku piştî nimêja înê xwepêşandaneke li Hesekê were lidarxistin.

Ji bo pêşiya tevlihevî û provakasyonê were girtin ev hêz hatiye taqwîyekirin.

Ev demeke li Hesekê hin alî bi anîna hin komên hawirde li gundewarê Hesekê û Şedadê dixwazin li dijî kurdan xwepêşandanekê  li darbixin.

Dûh di merasîm rakirina ala Sûriyê li bajarê Hesekê de hewildanên provakasyonê çêbûn sembolên kurdî hatin şewitandin û tabloya sê zimanan hate rakirin.

Li dijî heqerata ala Kurdî ciwanên Kurd duh êvarê daketin qadan, ev xwe pêşandan rastî destwerdana hêzên ewlekariya Hûndirîn a Hesekê hat.

Hêzên ewlehiyê bi awayekî bêserûber xwepêşandaran gulebaran kirin di encama gulebaranê de 3 welatî birîndar bûn û rakirin nexweşxaneyê.

Nûçeyên têkildar

Hevkarên Me

DERBARÊ ME DE

TV

  • Frequency: 12687 H 27500 (Nilesat)
  • Frequency: 11296 H 27500 (Hotbird)

MEDÎA CIVAKÎ

© 2026 – NÛÇE TV Hemû maf parastî ne. Nûçe Rastî ye