Şandeya fermî ya Wezareta Xwendina Bilind bi mebesta diyarkirina rewşa pêşerojê, pêşniyarên xwe yên ji bo entegrasyona Zanîngeha Kobanê rasterast pêşkêşî Meclîsa Zanîngehê kirin.
Têkildarî hûrgiliyên civînê, Hevserokê Zanîngeha Kobanê Şervan Mislim ji nûçe TV re axivî û diyar kir ku armanca serdanê ew e ku çarenûsa zanîngeha Kobanê were diyar kirin.
Her wiha, Hevserokê Zanîngeha Kobanê yê Karûbarên Akademîk Mistefa Moro diyar kir ku di civînê de şandeyê pêşniyarên li ser entegrasyona Zanîngeha Kobanê ya bi Zanîngeha Helebê re pêşkêş kirine; Moro anî ziman ku wan jî ev nêrîn bi Meclîsa Zanîngehê re parve kirine.
Şandeya Wezareta Xwendina Bilind reşnivîsek amade kir û ji bo nirxandinê pêşkêşî Meclîsa Xwendina Bilind kir.