Şandeyek ji YNK`ê beşdarî merasîma oxirkirina Salih Muslim bû

Bi tevlêbûna girseyeke mezin, merasîma oxirkirinê ya Endamê Desteya Hevserokatiya PYD'ê Salih Muslim li Qamişloyê, pêkhat.

NAVENDA NÛÇEYAN
reset font size increase font size

Ji Başûrê Kurdistanê şandeyek ji Yekîtiya Niştîmanî ya Kurdistanê beşdarî merasîma oxirkirina, Endamê Desteya Hevserokatiya Partiya Yekîtiya Demokratîk PYD'ê Salih Muslim bû.

 

 

Endamê Serkirdeyetiya YNK`ê Salar Mahmud, derbarê siyasetmedarê Kurd Salih Muslim de, axivî û got:

 

 

``Em îro şandeyek ji Yekîtiya Niştîmanî ya Kurdistanê hatin Rojavayê Kurdistanê ji bo beşdariya merasîma oxirkirina birêz Salih Muslim.

 

Birêz Salih Muslim kesayeteke siyasî û dîplomasî ne tenê ji bo gelê Rojavayê Kurdistanê bû, ew ji bo hemî gelê Kurd bû.

 

Peywendiya birêz Salih Muslim ligel birêz Mam Celal peywendiyeke dîrokî bû.

 

Di van rojên ku Kurdistan û Rojhilata Navîn bi gelek bûyeran re rû bi rû ye, em wek Yekîtiya Niştîmanî yaKurdistanê şehadeta Salih Muslim xesaret dibînin, ji ber ku di van rojan de pêwistî bi kesayetên siyasî û dîplomasî wek Salih Muslim heye.

 

Em îro hatin Rojavayê Kurdistanê ji bo beşdariya merasîma oxirkirina Salih Muslim weke hêz û piştevanî ji bo gelê Rojavayê Kurdistanê hatin.``

 

 

 

 

Nûçeyên têkildar

Hevkarên Me

DERBARÊ ME DE

TV

  • Frequency: 12687 H 27500 (Nilesat)
  • Frequency: 11296 H 27500 (Hotbird)

MEDÎA CIVAKÎ

© 2026 – NÛÇE TV Hemû maf parastî ne. Nûçe Rastî ye