Tuncer Bakirhan, da xuyakirin ku mijara sereke ya ku divê were nîqaşkirin, zextên li ser mixalefetê ne.
Bakirhan, destnîşan kir ku daxwaza hilbijartina pêşwext mafê herî siruştî yê hemû partiyan e.
Her wiha axivî ku divê nîqaş ne li ser sedemên banga hilbijartina pêşwext bin.
Bakirhan got: Divê em ne li ser sedema banga CHP`yê ya ji bo hilbijartinê, lê li dijî polîtîkayên zilm û zextê yên li ser wan derkevin.