Di çarçoveya Banga Aştî û Civaka Demokratîk a Rêber Abdullah Ocalan û di heman demê de biryarên Kongreya 12'emîn a Partiya Karkerên Kurdistanê (PKK)'ê de, îro di 26'ê Cotmehê de, Rêveberiya Tevgera Azadiya Kurdistanê ragihand ku ew hemî hêzên xwe ji nav sînorên Tirkiyeyê vedikişîne Qadên Parastina Medyayê.
Di vê derbarê de, gelek nêrîn û raporên medyaya herêmî û cîhanî hebûn.
Yekem şîroveya Tirkiyê li ser vekişîna gerîlla ji nav sînorên Tirkiyê, ji aliyê Berdevkê Partiya Edalet û Geşepêdanê ya Tirkiyê Omer Çelik ve hat parvekirin.
Çelik got ku "Ragihandina gavên nû yên derbarê bêçekkirinê de pêşketinek li gorî armanca sereke temsîl dike."
Rojnameya El- Şerq: Gavên dîrokî têne avêtin
Beriya wê jî, Rojnameya El-Şerq di raporeke xwe de, wiha nivîsandibû: "Piştî zêdetirî 40 salan şerê çekdarî li Tirkiyeyê, Partiya Karkerên Kurdistanê (PKK) di rojek dîrokî de dawî li têkoşîna xwe ya çekdarî ragihand."
Al Jazeera: PKK'ê şervanên xwe ji Tirkiye vedikişîne
Al Jazeerayê jî daxuyanî bi sernavê “PKK’ê ragihand ku şervanên xwe ji Tirkiyeyê vedikişîne Iraqê” weşand. Di nûçeyê de ragihandina biryara xwefesixkirinê û merasîma çekşewitandinê hate bibîrxistin.
Reuters: PKK'ê zextê li Tirkiyê dike ku gavên siyasî biavêje
Ajansa Reuters jî, nûçeyek bi sernavê "Çekdarên PKK'ê di çarçoveya peymana çekdanînê de ji Tirkiyeyê vekişîna xwe ragihandin." Belav kir.
Reutersê di nûçeya xwe de got: "PKK'ê ji Tirkiyê vedikişe û zextê li Enqerê dike ku gavên vekirina rêya li ber ketina di siyasetê de, biavêje."
Her wiha da zanîn ku: "PKK'ê li bakurê Iraqê bicîh bûye, piştî ku di salên dawî de ji sînorê başûrê rojhilatê Tirkiyeyê gelek dûr ketiye. Artêşa Tirkiyeyê bi rêkûpêk êrîşên asmanî li ser baregehên PKKê yên li herêmê pêk tîne û çend baregehên leşkerî li wir ava kiriye."
AP: PKK'ê ragihand ku hêzên xwe ji tirkiyê vekişîne îraqê
Associated Press (AP) jî daxuyanî bi sernavê “Rêxistina çekdarî ya Kurd PKK’ê ragihand ku hêzên xwe ji Tirkiyeyê vedikişîne Iraqê” weşand. Di nûçeyê de merasîma çekşewitandinê ya PKK’ê hate bibîrxistin.
NBC News: PKK'ê bi dehan sala ye serhildana xwe didomîne
NBC Newsê jî nûçeya xwe bi sernavê “Koma serhildêr a Kurd PKK’ê ragihand ku şervanên xwe ji Tirkiyeyê vedikişîne” da. Di nûçeyê de hate gotin ku PKK bi dehan sala ye “serhildana xwe” didomîne.”