Îsraîlê êrişî Lubnanê kir di encam de 2 kes hatin kuştin

Navenda çavdêriya Mafê Mirovan a Suriyê (SOHR) ragihand ku Hêzên Îsraîlê li herêma Seyda El Hanût a gundewarê Derayê de bi pêş ve diçe û bendê kontrolê yê demkî daniye. Endamên bendê yekser dest bi kontrolkirina rêwiyan dike.

NAVENDA NÛÇEYAN
reset font size increase font size

SOHR eşkere kir ku leşkerên Îsraîlê, bêyî ku tu hêz wan asteng bike bi 5 erebeyan pêş ve diçin.

Duh SOHR`ê diyar kir ku hêzên Îsraîlê bi 3 tank û hejmareke erebe li nêzî benda kontrolê ya El Siqêrî ya ku li nêzî destpêka Otostrad El Selam bi cih bûn.

Li aliyê din 4 tankên Îsraîlê yên ber bi bajaroka El Semdaniye ya gundên Quneytrayê bi pêş ve hatin.

Ev tevgera artêşa Îsraîlê bi piştgiriya ezmanî ya balafirên şer û keşfê pêk hat.

Wezareta Tenduristiyê ya Lubnanê jî  da zanîn ku artêşa Îsraîlê erebeyek li bajarokên Naqûra yê qezaya Sûr û Nebî Şît ê qezaya Beelbek a rojhilatê Lubnanê hedef girt û di encamê de 2 kes  hatin kuştin.

Îsraîl jî dibêje ku hêzên wê binesaziya leşkerî û endamên Hizbullah hedef digire.

Nûçeyên têkildar

Hevkarên Me

DERBARÊ ME DE

TV

  • Frequency: 12687 H 27500 (Nilesat)
  • Frequency: 11296 H 27500 (Hotbird)

MEDÎA CIVAKÎ

© 2026 – NÛÇE TV Hemû maf parastî ne. Nûçe Rastî ye