Erdogan: Li Rojhilat û Başûrêrojhilat aramî pêk hatiye

Serokkomarê Tirkiyê Erdogan di demên dawî de li ser pêvajoya çareseriyê li du hevdu nirxandinan dike. Nirxandina herî dawî duh êvarê li bajarê Stenbolê kir.

NAVENDA NÛÇEYAN
reset font size increase font size

Serokkomarê Tirkiyê Recep Tayyîp Erdogan li Stenbolê di bernameya "Civînên Ciwanan ên AKP'ê" de axivî.

Erdogan di axaftina xwe de behsa wê yekê kir ku çawa" pêvajoya çareseriyê dest kir got, "

Li Başurêrojhilat me gelek mirovên xwe di vê şerî de wenda kirin. Me rojekê bi leşker û polîsên xwe re runîşt û me got, "Divê em dawî li vê tiştî binîn û me biryar da ku dest bi vê pêvajoyê bikin."

Erdogan behsa rola parlamentoyê ya di vê pêvajoya çareseriyê de jî kir û wiha axivî:

"Hevalên li parlamentoyê jî têkildarî vê pêvajoyê erkên xwe girtin ser milên xwe.

Me ev xebat lezandin. Şikeft vala bûn, çek hatin şewitandin û tên şewitandin. Niha li Rojhilat û Başûrêrojhilat aramî pêk hatiye."

Erdogan îdia kir ku li herêmê ewlehiyeke tam çêbûye û got:

"Baweriya me heye, em piştrast in û êdî her kes bi rihetî derdikeve zozan û çiyayan.

Şivan bi rihetî dikarin pez û berxên xwe biçêrînin."

Nûçeyên têkildar

Hevkarên Me

DERBARÊ ME DE

TV

  • Frequency: 12687 H 27500 (Nilesat)
  • Frequency: 11296 H 27500 (Hotbird)

MEDÎA CIVAKÎ

© 2026 – NÛÇE TV Hemû maf parastî ne. Nûçe Rastî ye