Şandeya Îmraliyê dest bi gera li nav partiyan kir

Şandeya Îmraliyê ya DEM Partiyê di çarçoveya çareserkirin pirsa Kurd de hewildanên xwe didomîne. Şandeya ku herî dawî bi partiya DEVA'yê re hatibû gel hev dê di nava vê hefteyê de, bi AKP û bi partiya Gelecekê re bên cem hev. Hevdîtina bi CHP'ê re jî hatiye taloqkirin.

NAVENDA NÛÇEYAN
reset font size increase font size

Piştî ku komîsyona taybet a li Parlamentoya Tirkiyeyê guhdarîkirin qedand û derbasî qonaxa raporê bû, Şandeya Îmraliyê ya Partiya Gelan a Wekhevî û Demokrasiyê (DEM Partî) jî dest bi gera li nav partiyan kir.

Li gorî agahiyan, şandeyê û ji AKP'ê û ji Wezareta Dadê daxwaza hevdîtinê kiriye.

Şandeya DEM Partiyê sibê wê bi Davutoglu re bicive

Her wiha şande wê sibê (16ê Kanûna Pêşîn) demjimêr 10:00an li Navenda Giştî ya Partiya Paşerojê bi Serokê Giştî Ahmet Davutoglu re bicive.

Hevdîtina ku dihat plankirin sibê di navbera şandeyên CHP û DEM Partiyê de bê kirin jî hat bipaşxistin.

Şandeya Îmraliyê ya DEM Partiyê rojên borî bi Serokê Giştî yê MHP'ê Devlet Bahçelî re civiyabû.

Endama şandeyê Pervîn Buldan diyar kiribû ku  pêvajo derbasî "qonaxa duyem" bûye û banga "Yasaya Aştiyê" kiribû.

Devlet Bahçelî jî ji bo daxuyaniyên Perwîn Buldan gotibû, "Ez îmzeya xwe diavêjim binê her hevoka Perwîn Xanimê."

Di Şandeya Îmraliyê ya DEM Partiyê de Perwîn Buldan, Mîthat Sancar û Faîk Ozgur Erol cih digirin.

 

 

 

Nûçeyên têkildar

Hevkarên Me

DERBARÊ ME DE

TV

  • Frequency: 12687 H 27500 (Nilesat)
  • Frequency: 11296 H 27500 (Hotbird)

MEDÎA CIVAKÎ

© 2026 – NÛÇE TV Hemû maf parastî ne. Nûçe Rastî ye