Hevserokê Giştî yê Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan Tuncer Bakirhan li Mersînê di kongreya sêyem a bajêr de der barê pêvajoyê de axivî.
Tuncer Bairhan ji bo banga 27'ê Sibatê, Pêvajoya Aştî Û Civaka Demokratîk da destpêkirin jî, spasiyên xwe ji Rêberê Damezirîner ê PKK'ê Abdullah Ocalan re şandin.
"Ez ji bo gelên me yên hêja ku bûn sedem ev mase bê danîn û bi meşandina guftûgoyên li Îmraliyê yên careke din rûbirûbûna dewletê û Birêz Ocalan a li ser yek maseyê çareseriya demokratîk a pirsgirêka Kurdî misoger kirin, gelek spas dikim."
Bakirhan di axaftina xwe de cihekî fireh da Qanûna Çarçoveyê ku tê payîn vê hefteyê bê Meclisê û got:
"Divê qanûneke ewqas berfireh bê Meclisê ku karibe hemû encamên ku ji ber bêçareseriya pirsgirêka Kurdî derketine holê, ji holê rake.
Hêvîdar im em vê carê vê pêvajoyê ji dest nedin."
Bakirhan diyar kir ku eger pirsgirêkek dernekeve, dê pêşnûme di nava vê hefteyê de bê Meclisê û wiha berdewam kir:
"Divê qanûna ku dê bê Meclisê cudakariyên kategorîk neke.
Divê qanûn çi kesê ku dixwaze bê, li derve nehêle.
Divê ne qanûneke nîvco, divê qanûneke tam be.
Dîsa divê ev qanûn binesaziya mercên ku Ocalan karibe vê pêvajoyê bişopîne, amade bike.
Divê mercên jiyan, ragihandin û xebatê yên Ocalan were çêkirin."
Tuncer Bakirhan: Divê aştî bibe berhema her kesî
Tuncer Bakirhan da zanîn ku divê aştî bibe berhema her kesî û got:
"Pêwîst e ev aştî bibe berhema me hemûyan.
Divê bi tevkariya Kurd, Tirk, Elewî, jin, ciwan, kesên ku zarokên xwe winda kirine, kesên ku di girtîgehan de li ber xwe didin û hemû hevalên me yên ku ji ber sedemên cuda çûne sirgûnê, pêk bê."
Herî dawî Bakirhan anî ziman ew di ferq û hişyariya wê de ne ku hemû pirsgirêk bi qanûnekê tenê nayên çareserkirin û got ku ev qanûn ji bo me dê bibe destpêkeke nû.