Rêxistina Mafên Mirovan a HRANA’yê raporeke nû ya binpêkirina mafê mirovan weşand.
Di raporê de hatiye diyarkirin ku di navbera 26’ê Sibata îsal û 13’ê Gulanê de, herî kêm 50 cezayên bidarvekirinê li Rojhilatê Kurdistanê û Îranê hatine pêkanîn.
Her wiha di vê demê de 6 hezar û 500 kes bi tohmetên pir giran hatine girtin.
Li gorî daxuyaniya Serokê Dezgeha Dadwerî ya Îranê Muhsinî Ejeî, her tohmeteke giran dê rûbirûyê cezayê bidarvekirinê bibe.
HRANA: Ji ber êrîşên hewayî heta niha 3636 kes hatine kuştin
Di raporê de hate gotin ku ji ber êrîşên hewayî, heta niha 3 hezar û 636 kes hatine kuştin.
Her wiha ji wan hezar û 701 sivîl û hezar û 221 leşker in.
Di nav kuştiyan de navên 307 zarokan jî hene ku ji ber bombebaranan jiyana xwe ji dest dane.
Hatiye destnîşankirin ku xetên înternetê li Rojhilatê Kurdistan û Îranê rûbirûyî qutbûneke demdirêj bûne û asta peywendiyê tenê gihîştiye %1’ê rêjeya asayî.
Vê rewşê daxwaza navendên girtîgehan bi temamî xistiye bin metirsiyê.
Li alîyekî din dewleta Îranê, cenazeyên girtiyên siyasî yên Kurd Naser Bekirzade û Mehrab Abdullahzadeh ku bi dar ve kiriye, radestî malbatên wan nake.
Li gorî Rêxistina Efûyê ya Navneteweyî (Amnesty International) sala 2025`an li îranê herî kêm 2 hezar û 159 kes hatine bidarvekirin.