Li Kerkûkê qezaya trafîkê: 4 kes mirin

Li Kerkûkê di encamê qezaya trafîkê de, 4 kesan jiyana xwe ji dest da.

NAVENDA NÛÇEYAN
reset font size increase font size

Çavkaniyek ewlehiyê ragihand ku qeza li ser rêya Hewalî ya li Kerkûkê di navbera wesayîteke salon û kamyoneke mezin de qewimî, di encam de 4 kesan jiyana xwe ji dest da û 3 kesên din jî birîndar bûn.

Heman çavkaniyê eşkere kir hemû qurbaniyên qezayê rêwiyên di wesayîta salon de bûn.

Her wiha da zanîn ku qurbanî ji bo beşa tiba dadweriyê hatin veguhestin û birîndar jî ji bo dermankirinê rakirin nexweşxaneyê.

Çavkaniyên bijîşkî jî diyar kirin ku rewşa birîndaran nebaş e.

 

Nûçeyên têkildar

Hevkarên Me

DERBARÊ ME DE

TV

  • Frequency: 12687 H 27500 (Nilesat)
  • Frequency: 11296 H 27500 (Hotbird)

MEDÎA CIVAKÎ

© 2026 – NÛÇE TV Hemû maf parastî ne. Nûçe Rastî ye