Berdevka Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) Aysegul Dogan derbarê civîna Desteya Rêveberiya Navendî (MYK) de li navenda giştî ya partiya xwe daxuyanî da.
Ayşegul Dogan derbarê encama civîna Desteya Rêveberiya Navendî û girêdayî geşedanên di rojevê de ne, çûyîna komîsyonê ya ji bo Grava Îmraliya û biryara Dadgeha Mafê Mirovan a derbarê Selahattîn Demirtaş de axivî.
"Em li bendê ne ku hevalên me demildest bên berdan"
Ayşegul Dogan destnîşan kir ku DMME'yê jî biryar daye, lê ew qas dem derbas bû û hevalên wan hê di girtîgehê de ne û got:
Avakirina aştî û demokrasiyeke civakî jî bi pêkanîna hiqûqê çêdibe. Em jî li bendê ne ku hevalên me demildest bên berdan.”
Berdevka Dem'ê: Divê siyaset bi wêrekî tevbigere
Ayşegul Doganê tekildarî çûyîna komîsyonê ji bo Grava Îmraliyê û hevdîtina bi Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan re jî ev tişt gotin:
“Heta niha gelek beşên civakê hatin guhdarkirin. Serokê MHP'ê Devlet Bahçelî jî got ku divê komîsyon biçe Îmraliyê, Serokkomar jî got divê hemû alî bên guhdar kirin.
Partiyên muxalîf jî gotin bila biçe. Lê çima komîsyon vê mijara ku hemû kes tînin ziman nanirxîne û plansaziya çûyinê nake?
Heta hûn muxatabê sereke guhdar nekin pêvajo pêş ve naçe. Divê siyaset bi wêrekî tevbigere.
Em careke din bang dikin ku komîsyon vê mijarê bigre rojeva xwe û çûyina Girava Îmraliyê dereng nexîne.”
Ayşegul Dogan: Budçeya sala 2026'an
Ayşegul Doganê li ser pêşniyariya Budçeya sala 2026'an jî diyar kir ku ew budçe ne budçeya jin û gelan e û wiha lê zêde kir:
“Me jî dixwast ew budçe bibe budçeya gelan û gel jê sûd bigrin lê mixabin wisa nebû. Ew budçe bêedaletiya heyî didomîne.
Partiya me jî kampanyaya bi navê Ji Bo Nan û Aştiyê kampanyayek daye destpêkirin û ji bo budçeya gel pêk were xebatên me didomin.”