Artêşa Îsraîlê ragihand ku piştî hişyariyên di derbarê valakirina 3 gundên li ser sînorê li başûrê Lubnanê de dest bi êrişên li ser nuqteyên girêdayî Hizbullahê kiriye.
Artêşa Îsraîlê da zanîn ku wan dest bi êrîşan kiriye û wiha domand:
"Me rêze êrişan li dijî armancên leşkerî yên Hizbullah a terorîst li başûrê Lubnanê kiriye."
Artêşê demeke berê hişyarî da ku avahiyên li gundên Tîbe, Têr Deba û Îta El Cebel were vala kirin.