Li Sûriyeyê di rojekê de 8 kes hatin kuştin

Navenda Çavdêriya Mafê Mirovan a Sûriyê (SOHR), ragihand ku di 27`ê tebaxê de li Sûriyê 8 kes hatine kuştin.

NAVENDA NÛÇEYAN
reset font size increase font size

Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyê, dibêje awayê kuştina van 8 kesan ji hev cuda ye û derbarê hûrgûliyên van qurbaniyan de ev agahî parve kir:

“Li gundewarê Dêrazorê, ku di bin kontrola Hikûmeta Veguhêz a Sûriyê de ye, ciwanek ji ber teqîna mayînan birîndar bû.

Li gundewarên Idlibê û Helebê 2 kes ji aliyê çekdarekî nenas ve hatin kuştin.

Li gundewarên Tartûsê jî xortek hate kuştin..

Di êrîşa asmanî ya Îsraîlê de li gundewarê başûrê Şamê, endamekî Tugaya 44emîn a Artêşa Sûriyeyê, hat kuştin.

Welatiyekî dema ku hewl dida bi rêyên qaçaxçîtiyê derbasî axa Tirkiyê bibe, rojhilatê bajarê Kobanî, bi gulebarana rasterast a leşkerên sînor ên Tirkiyê (jendarmeyên) şehîd bû.

Termê 2 ciwanan li gundewarê Idlibê û li Şamê hatin dîtin.”

Nûçeyên têkildar

Hevkarên Me

DERBARÊ ME DE

TV

  • Frequency: 12687 H 27500 (Nilesat)
  • Frequency: 11296 H 27500 (Hotbird)

MEDÎA CIVAKÎ

© 2026 – NÛÇE TV Hemû maf parastî ne. Nûçe Rastî ye