Piştî biryara Dadgeha Îstînafê ya “Betalkirina teqez” li dijî kongreya CHPê, vê sibê navenda giştî ya CHPê ji aliyê polîsan ve hate dorpêçkirin.
Ev dorpêç piştî giliyê Kemal Kiliçdaroglu yê ku ji bo Serokiya Giştî ya CHPê hat peywirdarkirin, pêk hat.
Piştî polîsan xwest bikevin hundirê CHPê, di navbera polîs û girseyê de pêvçûn derket.
Piştî navenda CHPê ji aliyê polîsan vê hat desteserkirin Ozgur Ozel, parlamenterên CHPê û bi hezaran kes, ber bi meclisê ve dest bi meşe kirin.
Ozgur Ozel di meşê de axivî û got:
“ Partiya me cara 3yemîn e tê girtin. Niha ez we careke din vedixwînim têkoşînê da ku em partiya xwe ji dagirkeriyê rizgar bikin.”
Piştî axaftinê Ozgur Ozel derbasî meclisê bû û girse jî belav bû.
Li dijî meşa Ozgur Ozel a bi gel re lêpirsîn hat destpêkirin
Ji bo meşa ku hat lidarxstin, lêpirsînek hat destpêkirin.
Lêpirsîn ji aliyê serdozgeriya Komarê ya Enqereyê ve hat destpêkirin.
Li 3 navçeyên Stenbolê çalakî hatin lidarxstin
CHP jî li dijî êrîşên li ser navenda partiya xwe li 3 navçeyên Stenbolê çalakî pêk anîn.
Li Kadikoyê, Beyogluyê û li Bahçelîevlerê, gel kom bû û çalakiya runiştinê li dar xist.
Gel diyar kir ku tu êrîş nikare meşa CHPê rawestîne.