Piştî êrîşên Îsraîl û Îranê yên li dijî hev, gelek daxuyanî der barê van êrîşan de derketin.
Piştî destpêkirina êrîşan, di daxuyaniya yekem de, Serokê Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê Donald Trump banga rawestandina êrîşan kir û wiha got:
“Divê Îsraîl û Îran tavilê êrîşên xwe li dijî hev rawestînin.
Dan û standinên dawî yên li ser aştiyê berdewam dikin.
Dorpêça Deryayî ya li ser Benderên Îranê dê berdewam bike, heta ku em bigihêjin lihevkirineke dawî.”
Pezeşkiyan: Me meydana şer û maseya dan û standinan terk nekiriye
Ji aliyê Îranê ve jî, Serokkomarê Îranê Mesûd Pezeşkiyan diyar kir ku tevî berdewamiya dan û standinan ji bo bidawîanîna li şerê li Rojhilata Navîn jî, lê dev ji qada şer bernadin û wiha axivî.
"Parastin û dîplomasî du stûnên hêza neteweyî ne.
Me meydana şer û maseya dan û standinan terk nekiriye."
Beqayî: Kiryarên Îsraîlê ji polîtîkayên Amerîkayê ne cuda ne
“Kes bawer nake ku Îsraîl bêyî hevrêzî û hevkariya pêşwext
a bi Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê re dikare ti çalakiyekê bike.
Kiryarên Îsraîlê li herêmê nikarin ji polîtîkayên Amerîkayê werin veqetandin.
Normal e ku hewlên dîplomatîk ên heyî yên ji bo bidawîkirina vî şerê ferzkirî" li ser Îranê bandor bibin.
Şêwirmendiyên dîplomatîk bi xwezayî di bin her şert û mercî de berdewam dikin."
Kallas: Divê Îsraîl û Îran vegerin ser maseya dan û standinan
Di heman çarçoveyê de jî, Berpirsa Bilind a Siyaseta Derve ya Yekîtiya Ewropayê Kaya Kallas, bang li Îran û Îsraîlê kir ku vegerin ser maseya dan û standinan û wiha eşkere kir:
Pêdiviya navçeyê bi zêdekirina rageşî û aloziyên nû nîne.
Zêdebûna aloziyan metirsiyeke mezin li ser hewlên agirbestê û bidawîanîna li şer çêdike.
Divê her du alî vegerin li ser maseya dan û standinan